ÎDLÎB - Rageşiya di navbera Ehrar El Şam û El Nusra zêde dibe. Piştî civîna Astanayê li Îdbilê rageşiya di navbera herdu rêxistinên çekdarî de vegeriya şerê tang û topan. Ehrar El Şam êrîş dike û El Nusra serbîv dide.
Rageşiya di navbera eniyên çekdar ên Ehrar El Şam û Eniya Şam Fethi (El Nusra) her ku diçe zêde dibe. Piştî civîna li Astanayê pêk hat û encama eniyên çekdar dixwest derneket, xwe bi xwe ketin nava hev. Koma Rêxistina Ceyş'ul ÎSlam a giredayi Artêşa Sûriyeya Asat (OSO) ku beşdarî Ehrar El Şamê bûn, li Başurê Îdlibê bi tang û topan êrîşî herêma serweriya El Nusra kir. Bi rojan e amadekariya şer tê kirin û tê payin ku di navbera 2 milan de şerekî dijwar rû bide. Hat zanîn ku Ehrar El Şam êrîşî qada El Nusra kir û El Nusra jî bersîv die.
OSO PERÇE DIBE
Beriya hevdîtinên Îran, Rûsya û Tirkiye ya li Astanayê pêk hat, Biryargeha Eniya Şam Fethî (El Nusra) a li Îdbilê ji aliyê balafirên şer ên DYA'yê ve hat bombekirin. Hat diyarkirin ku di vê êrîşê de zêdeyî 100 endamên Nusra hatin kuştin. El Nusra parast ku koordinatên Biryargehê ji aliyê kesên di nava komên OSO (Artêşa Sûriyeya Azad) û Ehrar El Şam daye DYA'yê. Piştî civîna Astana rageşiya di navbera El Nusra û komên din de vegeriya tang û topan.
Piştî civîna li Astanayê pêk hat û encama eniyên çekdar dixwest derneket, xwe bi xwe ketin nava hev. Koma Rêxistina Ceyş'ul ÎSlam a giredayi Artêşa Sûriyeya Asat (OSO) ku beşdarî Ehrar El Şamê bûn, li Başurê Îdlibê bi tang û topan êrîşî herêma serweriya El Nusra kir.