Zaroka nû ji dayik bû ji ber îstîsmarê jiyana xwe ji dest da

WAN - Derket holê ku li Wanê li nexweşxaneyek taybet zarokekî nû xwedê daye ji ber rastî îstîsmara zayendî hatiye jiyana xwe ji dest daye.

Derket holê ku li Wanê li nexweşxaneyek taybet zarokekî nû xwedê daye ji ber rastî îstîsmara zayendî hatiye jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, zarokekî kur ê 4 kîlogram ku beriya 2 rojan ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Herêmê ji bo tedawî anîn nexweşxanek taybet a bajar.

Zarokê nû xwedê dayî ligel hemû mudaxeleyan jî ne hat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Di laşê zarokê ku otopsiya wî hat kirin de şopên gez, lêdan hatine û rastî îstîsmarê hatiye. Hat zanîn ku zarokê nav û çend rojiye nayê zanîn bi navê T. Anîne nexweşxaneyê.

Piştî bûyer gihişt midûryeta polîsan jina bi navê P.T. (31) a kut ê gotin dayîka zaroke û aniye nexweşxaneyê û kesê bi navê Ferdî ê tê îdîakirin pê re dijî hatin binçavkirin.

P.T. ku hat binçavkirin hat zanîn ku ji girtîgehê bi destûra dê zarok bîne dine derketiye. Di çarçoveya lêpirsînê de P.T. û D.T. ku hat diyarkirin bavê zaroke tê lêgerîn.