ÎHD: Bila girtiyên nexweş Kartal û Aydın bên berdan

STENBOL / ÎZMÎR- Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmîrê di çalakiyên ku ji bo balê bikişînin li ser girtiyên nexweş de xwestin girtiyên nexweş Burhan Kartal û Zubeyde Aydin bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Stenbolê di çalakiya 253'emîn a Tîpa F de ji bo balê bikişînin li ser rewşa girtiyê nexweş Burhan Kartal li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "Bila Burhan Kartal bê berdan" "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyankirin" hatin vekirin.

'BI OHAL'Ê RE BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'

Di çalakiya vê hefteyê de hunermend Nur Surer daxuyanî xwend û diyar kir ku qanûna bingehîn a ku tê xwestin bê guhertin tabloyekî wehîm e û pêkûtî û şîdeta li girtîgehan bi Rêveberiya Awarte (OHAL) re zêdetir bû. Surer destnîşan kir ku tenê ji bo vê yekê jî divê di referandumê de bibêjin "Na".

'MALBAT Û GIRTÎ TÊN MEXDÛRKIRIN'

Surer bal kişand li ser sewqan jî û wiha berdewam kir: "Ev sewq hem malbatan hem jî girtiyan mexdûr dike. Ev terzekî cezakirinê ye. Ji ber sewqan rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, Ev pêkanînê nehiqûpî û nemirovê divê bi dawî bibin. Divê dewlet pêwîstiyên peymanên navneteweyî pêk bîne."

Surer bal kişand li ser rewşa girtiyê nexweş ê bi navê Burhan kartal ê li Girtîgeha maltepeyê û got ku Kartal 14 sal in di girtîgehê de ye, dema ku hatiye girtin tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tunebûye û li girtiyê gelek nexweşiyên wekî dil, prostat, mîgren, tansiyon, ji ber tansiyonê ji guhê wî yê çepê ji sedî 35 pirsgirêka bihistinê, gurcik, menuskus, fitiq çêbûne, 5 caran ji gurcikên xwe bi lazerê tê emeliyatkirin.

Surer da zanîn ku Kartal li nexweşxaneyên ku dibin nayê dermankirin û nêzî salek û nîv e jî ji gurçikên xwe nayê emeliyatkirin. Surer wiha got: "Em dixwazin îşkenceya ku bi Burhan Kartal tê kirin bi dawî bibe. Divê bê dermankirin, bê emeliyatkirin û ji bo ku bê berdan jî tiştên pêwîst bê kirin.

REWŞA ZUBEYDA AYDIN CIDÎ YE

Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê (ÎHD) di çalakiya xwe ya ku her hefte li dar dixin de rewşa girtya nexweş Zubeyde Aydin a li li 8 cihê mêjûyê wê de fitiq çêbûye pirsîn. Endamên ÎHD'ê li ber Sumerbanka Kevn hatin cem hev û malbatên girtiyan, Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan û gelek kes beşdar bûn. Ji ÎHD'ê Denîz Bayark axivî û got ku ji ber çi tên girtin bila bên girtin ew kes li girtîgehê di bin parastin û berpirsyariya dewletê de ne û gelek girtiyên nexweş jî li benda dermankirinê ne.

Bayrak di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa girtiya nexweş a bi navê Zubeyda Aydin a ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîneberiya 4 salan bi îdiaya "endama rêxistinê ye" li Mêrdînê hatiye girtin û li 8 cihên mêjûyê wê de fitiq derketiye,

Piştî daxuyaniyê dayika Zubeyde Aydin, Cemîle Aydin axivî û diyar kir ku ew ê ev pêkanînên li dijî girtiyan qebûl nekin û divê dewlet helwesta xwe biguherîne.