Balafirên TSK'ê Minbic bombe kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK'ê rîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Li gorî agahiyên ajansên nûçeyan hatin girtin, balafirên TSK'ê di saet 17.00’an de êrîşî nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbêc a li gundên Wêran, Êlan, Qert û Şêx Nasir kirin. Têkildarî êrîşan agahiyên zelal nehatin girtin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced diyar kir ku êrîş ji ber tirsa wan a li herêmê pêk hatiye.