STENBOL - Xebatkarên TV 10 bi armanca televizyona wan a hatiye girtin ji nûve vebe, cara 17'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn û gotin “Dengê Elewiyan nayê bêdengkirin."
Xebatkarên TV 10 a bi biryara KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan vebe cara 17'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiyên xwe berdewam kirin. Xebatkarên televîzyona TV-10 di çalakiyê de pankarta “Dengê Elewiyan TV 10 nayê bêdengkirin” vekirin û dowîzên "Ji dersa baweriyê ya bi zorê re na" "Bila aştî bê û hêsirên çavan bisekine" û "TV 10 nayê bêdengkirin" rakirin. Vê hefteyê Cemxaneya Pir Sultan Abdal a Sultangazî û Dayikên Aşitiyê piştgirî dan çalakiyê. Serokê Cemxaneya Pir Sultan Abdal a Sultangazi Zeynel Odabaş, piştgirî dan. Odabaş, diyar kir ku TV 10 dengê hemû elewiyan e û dengê bindestan e. Odabaş, anî ziman ku her çend televîzyona wan hatibe girtin jî di dilê wan de vekiriye. Odabaş, herî dawî bilêv kir ku çiqas zalim hebin ew li diji hemû zaliman têdikoşin û wiha got: "Li ku demokrasî hebe li wir aştî heye. Heta ku TV 10 bê vekirin Em dê çalakiyê xwe yên Galatasarayê berdewam bikin.'
Pîrê Elewiyan Mehmet Karabulut jî anî ziman ku ji bo li ser vê axê hemû mirov bi reng û baweriyên xwe bijîn dê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Daxuyanî bi gulbeng û deyişan bi dawî bû.