WAN - Sazumankara VAKAD'ê Zozan Ozgokçe ku hatibû binçavkirin hat berdan.
Sazumankara Komeleya Jinên Wanî (VAKAD) Zozan Ozgokçe ku ji bo îfadeyê bide çû Midûriyeta Polîsan a Wanê û li wir hat binçavkirin. hat berdan. Ozgokçe ku parvekirinên wê yên medyaya civakî hincet hat nîşandan, piştî lêpirsinê sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Wanê kir. Heyeta dadgehê jî pişti li îfadeya Ozgokçe guhdar kirin serbest berdan.