ÎZMÎR - Şukran Ozer a di 25'ê Kanûna 2015'an de li Dêrika Mêrdînê hat girtin, 13 meh in nehatiye dadgehkirin û her wiha di 2 hefteyan de 3 cara hat sirgûnkirin. Dayik Emine Ozer wiha bertek nîşan da: "Em vê qebûl nakin. Îşkenceyê li zarokên me dikin."
Li Dêrika Mêrdînê, Şukran Ozer a di 25'ê Kanûna 2015'an de hat girtin 2 hefte berê tevî 15 girtî û hikukmxwaran ji Girtîgeha Mêrdînê, pêşî hatin derbkirin, paşê rastî lêgerîna tazî hatin û sirgûnî Girtîgeha Curnê Reş hatin kirin. Şukran Ozer a li dayika xwe Emine Ozer geriya diyar kir ku, rastî îşkenceyan tên û wiha ragihand: "Me dîsa sirgûn dikin, lê dê sirgûnî kuderê bikin em nizanin."
‘EM NIZANIN ME DIBIN KUDERÊ'
Dayik Ozer, anî ziman ku keça wê Şukran Ozer 13 meh e girtiye û hîn jî nehatiye dadgehkirin û wiha ragihand: "Vê sibehê keça min geriya. Ji min re got, 'Em nizanin me dibin kuderê.'" Ozer, got li Girtîgeha Curnê Reş jinên girtî rastî qedexeya weşan, hevdîtina bi parêzer û malbatan re tên û wiha li dijî pêkûtî û çewisandinên girtîgehê bertek nîşan da: "Em vê qebûl nakin. Îşkenceyê li zarokên me dikin." Her wiha Ozer, anî ziman ku xwarinên li girtîgehê nebaş in û ji ber vê keça wê nexweş ketiye.
‘JI SALA 2014'AN VE'
Alîgirê Serokatiya Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Necla Şengul, balê kişand ser polîtîkayên sirgûnê yên di salên dawî de li girtîgehan zêde bûne û wiha axivî: "Dewlet ji sala 2014'an de bi awayekî sîstematîk sirgûnan disepîne, lê belê ji Hezîrana 2016'an û vir ve jî ev zaf zêde bû." Şengul, diyar kir ku li gel girtiyan sirgûn zaf bandorê li ser malabatm jî dikin û wiha axivî: "Berê girtiyan pereyên xwe radizandin, da sewqî girtîgehên nêzî malabtên xwe bên kirin. Lê dewletê ev bin pê kir û dubare girtî sirgûnî girtîgehên dûrî malbatên wan kirin. Li gel vê ji xwe piraniya malbatan jî xizan in û ancax salê du caran dikarin zarokên xw ebibînin."
‘SIRGÛN BI ÎŞKENCEYÊ DEST PÊ DIKIN, BI ÎŞKENCEYÊ DIQEDIN'
Şengul, balê kişand binpêkirina mafan ên di dema sirgûnan de û wiha axivî: "Sirgûn bi îşkenceyê dest pê dikin, bi îşkenceyê diqedin. Lêgerîna tazî û îşkence bi awayekî sîstematîk tên kirin. Bi hinceta SEGBÎS'ê mafê parêziyê ji dest mirovan hat girtin. Dewlet tu divitiyên peymanên navnetewî yên îmzekarê wan e bi cih nayîne."
‘DÊ HER TIŞT AŞKERE BIBE'
Şengul, anî ziman ku di tu serdemê de bi qasî niha li girtîgehan binpêkirina mafan pêk nehatiye û wiha domand: "Dewlet hemû derî girtine. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan nagirin hundur. Lê dê dîrok binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bîr neke. Hemû tiştên vedişêrin, dê taliya talî aşkere bibin."