ENQERE - Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket. Di hejmara dawîn a Rozayê de hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci ya "Di civakeke dagirkirî de çalakiya nivîsandinê" balê dikêşe.
Kovara Rozayê ya di sala 2014'an de bi du zimanî; kurdî û tirkî dest bi weşana xwe kir û 3 mehan carekê wek kovareke çand-huner û wêjeyê tê weşandin, bi hejmara xwe ya 11'emîn dubare xwe gihand ber destê xwendevanan. Kovar a ji bo bibe dengê girtiyên siyasyajî li Enqereyê ji aliyê komek xwendekarên kurd ve bi şîara "Huner lêgerîna heqîqetê ye" dest bi weşana xwe kir, bi piranî cih helbest, gotar û berhemên wêjeyî yên girtiyên siyasî diweşîne.
Di hejmara dawîn a kovarê de jî bi piranî nivîsên girtiyan cih digirin. Di hejmara dawîn a kovarê de bi taybetî hevpeyvîna bi nivîskar Fatma Savci ya bi saln di girtîgehê de maye balê dikêşe.
Di berga hejmara 11'emîn de berhema Luqman Ahmad ê Rojavayî ya di sala 2010'an de bi têmaya "Êzdayetiyê" afirand cih digire.
Nivîsên di hejmara 11'emîn de cih digirin ev in:
*Sado/Narindi Elleri ama
*Murat Turk/O Sessiz Adamlara
*Rizperî/Tu ê Me yî
*Rabia Çelik/Kendini Doğuran Kadınlar
*Rizgar Patnos/121. Havan Mermisiyle Kuantuma
*Komuna Ro-Za/Bi Fatma Savci re Hevpeyvîn
*Ulaş Ozaykan/Kurdo û Qedexe
*Îskan Amed/Dibêjim Amara
*Ahmet Ozkan/Bedo
*Kemal Zengin/Şoperê
*Ezîzê Cewo/Awireke Giştî Li Ser Wêje û Weşangeriya Kurdî
*Hogir Berbir/Destana Lehengên Bênav
*Zeydin Gullu/Barê Şevê
*Hecî Nehsan/Erka Hunerê
*M. Sait Uçlu/Kırmızı Kurdeleli Kız
*H. Ali Başturk/ Son Bakış
*Ramazan Çeper/Marksist Edebiyat ile Apocu Edebiyat
*Tahir Taninha/Pisîka Zer
*İbrahim Çiçek/Deq
*Roger Sozdar/Saklambaç
*Sara Erol/Merheba Jiyan
*Roj Agir/Çîroka Jiyanê
*Vedat Bingol/Bir Ben Bilirim