MÊRDÎN - Li Nisêbînê, welatiyên li gel rûxandina ku bi mehan didome xaka xwe neterikandin, qismek jê ji bo malên wan neyên rûxandin nobetê digirin, qismek jê jî li gel malên wan hatine rûxandin jî li erseyên xwe nobetê digirin.
Li Nisêbîna Mêrdîn, 189 roj e welatî li dijî rûxandina ku didome têdikoşin. welatiyên li gel rûxandina ku bi mehan didome xaka xwe neterikandin, qismek jê ji bo malên wan neyên rûxandin nobetê digirin, qismek jê jî li gel malên wan hatine rûxandin jî li erseyên xwe nobetê digirin. Welatiyan diyar kir ku, malên têkûz bi derbeyên kepçeyan vediguherînin malên xesarbûyî û dest nîşan kirin ku, sedema bingehîn ne ewlehiye, mexdûrkirina gel e.
‘MIN GILÎ KIR BIRYARA RÛXANDINÊ BETAL KIRIN'
Mahmut Baş (65) ê ji aliyê endezyaran ve biryara rûxandina mala wî hatibû dayîn diyar kir ku, ji ber mayineke di hundurê mala wî de hatiye teqandin û stûneke malê bi awyaekî biçûk xesar dîtiye, biryara rûxandinê hatibû dayîn. Baş, got wî li dijî vê biryarê li ber xwe daye û wiha axivî: "Me jî wêneyên mala xwe kişandin, dîmen wergirtin û ji bo neyê rûxandin tevî daxwaznameyê şand Mêrdînê. Piştî daxwaznameyê nîşaneya rûxandinê rakirin."
‘JI BO NEYÊ RÛXANDIN EZ Ê BITOKOŞIM'
Baş, diyar kir ku li gel wan tamîrata mala xwe temam kiriye jî, ew baweriyê bi rayedaran nayinin û wiha got: "Me mala xwe rûxand. Ji bo neyê rûxandin ji sibehê heta êvarî em nobetê digirin. Em nizanin dê birûxînin an nerûxînin. Ji bo neyê rûxandin em ê bitêkoşin."
‘MALA MIN A TÊKÛZ BI DERBEYÊN KEPÇEYÊ VEGUHERANDIN MALA XESARBÛYÎ'
Haci Sevim (52), dest nîşan kir ku mala wî ya li kuçeya Îpekê ya li Taxa Firatê li gel têkûz bûye jî bi derbeyê kepçeyê wê veguherandine maleke xesarbûyî. Sevim, got di dema qedexeyê de leşker li mala wî bi cih bûne û wiha domand: "Ji xwe wek ne mala me wek ya wan be tevdigerin. Me jî ji ber mala me ya têkûz xera kirin doz vekir. Niha em li odeyeke du odeyî, bi kirê dijîn." Sevim, ê bi firotina êzing û komirê debara xwe dike wiha got: "Niha li pişt têlan çend ton êzingên min mane, ji bo kes nedize têm li vir nobetê digirim. Niha bi zor û heft bela debara zarokên xwe dikim. Saleke tu karî nakim."
JI BO MALÊN MAYÎ NOBETÊ DIGIRE
Şukran Toprak jî got, di dema qedeyê de li gel hemû şert û mercên zehmet jî wê mala xwe neterikandiye û anî ziman ku, mala ku wna piştî qedexeyê ava kiriye dubare hatiye rûxandin. Toprak a bi zor diaxive wiha diyar kir: "Hemû keda min serobino kirin. Heta sax bim ez ê vana ji bîr nekim. Ji dêvla min kî bûna, dê ev der terk bikirana, lê dilê min nagire terka van deran bikim. Ji bo malên mayî nobetê digirim."
‘POLÎSAN GEF LI ME XWARIN'
Toprak, dest nîşan kir ku dewleta bi tank û topan mal xera nekirin bi kepçeyan xera dike û wiha axivî: "Nisêbîna me xweşik bû, dijmin wê dirûxînin. Malên têkûz ên nikaribûn bi tank û topan birûxînin, bi kepçeyan dirûxînin. Hatin eşyayên me dizîn. Dema me eşyayê xwe ji derdixist, muameleya dizan li me kirin. Polîsên hikûmetê eşyayên wan dizîne nabêjin, lê me bi diziyê tawanbar dikin. Dema diçûm mala tiyê xwe, polîsan got heke tu têkevî malê em ê 3 hezar TL ceza li te bibirin. Çima ez ê tiştê heram bixwim. Me wê rojê heta sibehê nobet girt."