ENQERE - Serokê Giştî TTB'ê Raşit Tukel, diyar kir ku ew dê li dijî zext, tundî û polîtîkayên neheqiyê bêjin 'NA' û wiha got: "Em dê ji bo welatek ku aştî, heq, hiqûq, demokrasî, laîk aramî û azadî serdest têkoşîna xwe berdewam bikin. Dawîlêhatina hemû neheqiyan girêdayî NA ya di referandumê de ye.
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), têkildarî dûrxistina hekîmên ku di pêvajoya OHAL'ê de hatin dûrxistin bi sernavê “Hekîmên di pêvajoya OHAL'ê de hatin dûrxistin: Berpirsiyariyên me yên Pîşeyî û Saziyê" li Salona Şano ya Yilmaz Guney a Navenda Hunerên Hemdem komcivîn pêk anî. Di komçivînê de gelek hikûqnas, kedkar û karmend amade bûn. Serokê Giştî TTB'ê Raşit Tukel, piştî vekirina komcivînê diyar kir ku ew dê li dijî zext, tundî û polîtîkayên neheqiyê bêjin 'NA' û wiha got: "Em dê ji bo welatek ku aştî, heq, hiqûq, demokrasî, laîk aramî û azadî serdest têkoşîna xwe berdewam bikin. Dawîlêhatina hemû neheqiyan girêdayî NA ya di referandumê de ye.
2 HEZAR Û 761 HEKÎM HATIN ÎXRACKIRIN
Tukel, diyar kir ku di vê pêvajoya OHAL'ê de 8 hezar û 891 personelên tenduristiyê hatin îxrackirin û ji vana hezar û 929 dîsa li kar vegeriyan. Tukel, anî ziman ku di vê pêvajoyê de 2 hezar û 761 hekîm ji har hatin dûrxistin û wiha got: "Ji van hekîman jê hezar û 590 girêdayî Wezareta Tenduristiyê ne. Hezar û 171 hekîm jî girêdayî Fakulteyên TIP'ê ne.
Tukel, destnîşan kir ku ji bo hevalên wan ên ji peyvirê hatine dûrxistin û îxrackirin di demên cuda de bi rayedarên dewletê re hevdîtin kirin û wiha got: "Me di hevdîtinên xwe de diyar kir ku ev ne hiqûqî ye. Em wekî TTB'ê di şertên OHAL'ê de bin jî dîsa em dê kar û peyvira xwe berdewam bikin. Divê hekîm her dem mafê jiyanê biparêzin. Em ji polîtîkayên tundî, zext û binpêkirina mafên mirovan re dibêjin 'NA' Em dê di referandumê de bi NA dawî li neheqiyan bînin.
Di komcivînê de Prz û hiqûqnas Ziynet Ozçelik jî bal kişand ser KHK yên dawî û wiha got: "Niha Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê di rojevê de ye. Di 23'ê Çile de bi biryara KHKê Komîsyona serlêdê hat avakirin. Em wekî hiqûqnasan diyar dikin ku hem rêbaz û hem dema wê ne hiqûqî ye."
Ozçelik, herî dawî anî ziman ku di şertê OHAL'ê de ne pêkan e hiqûq cihê xwe bibîne û ji bo vê yekê divê berî her tiştî OHAL bi dawî bibe. Ozçelîk xwest bi fikr û rêbazên afirîner rê li pêş çareseriyê vekin û hiqûqê pêş bixin. Komcivîn piştre ji çapemeniyê re girtî pêk hat.