AMED - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgên, piştî serbest hat berdan daxuyanî da û diyar kir ku xebatên wan ên referandumê tên astengkirin.
Berdevkê HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen ku serê sibê li Balafirgeha Esenboga ya Enqereye hat binçavkirin, di çarçoveya lêpirsina Dozgeriya Komarê ya Amedê de anîn Amedê. Bîlgen anîn Amedê û derxistin pêşberî Dozgerê Komarê yê Amedê. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgerê Nobedar ê Sulh Ceza ya Amedê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Bîlgen guhdar kir bi şertê kontrola Edli serbest berda. Piştî Bilgen hat berdan Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Feleknas Uca, Ziya Pîr, Sibel Yigitalp, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Altan Tan û Adem Geverî yên beşdarî dozê bûn, li gel Bîlgen ji salona dadgehê derketin û li pêş dadgehê daxuyanî dan. Bîlgen diyar kir ku niha ligel Hevserokên Wan 11 parlamenterên wan girtî ne û wiha got: "Niha 11 parlamenterên me û bi sedan hevalên me yên rêveber girtî ne. Sedema anîna min a vir ji dozê wêdetir astengkirina webatên me nin. Bi armanca xebatên me yên referandumê asteng bikin û destûr nedin em rastiyê ji gel re bêjin em anîn vir. Duh 4 hevalên me hatin binçavkirin û berdan. Em ji ber fikrên xwe yên di çarçoveya azadiya ramanê de tên darizandin.
'LI ŞÛNA DAÎŞÊ DARIZÎNE ME CEZA DIKE'
Bîlgen helwesta Tirkiye û polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: "Dewleta Tirkiye ew qas hestiyar nêzîk dibe ger ku li dijî DAIŞ'ê nîşan dabûya dê îro rewş ne wisa bûya. Bere jî bi dehan caran em hatin darizandin. Îro ji ber vê binçavkirinê nekaribûm beşdarî 2 civinên li navçeyên me hatibûn amadekirin bibim. Bi vê yeke dixwazin planên me asteng bikin u rastiyan ji gel veşêrin.