ÎZMÎR - Nûnerê Malen Gel a Herêma Egeyê Mesut Baybuke, diyar kir ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin û li diji pergala dîktatoriyê û teslîmiyetê bêjin NA.
Nûneriya Malên Gel a Herêma Egeyê bi şîara “Di riya wekhevî, azadî û laîkê de ev welat yê me ye; ji dîktatoriyê û Serokdewletiyê re NA" li Salona Benal Newzat a Navenda Çandê ya Turkan Saylanê 6'emîn Kongreya xwe pêk anî. Li salonê pankarta "Ev welat yê me ye, ji Serokdewletiye re NA" vekirin. Di kongreyê de nûnerên partiyên siyasî û komeleyên civakî amade bûn. Di kongreyê de Nûnerê Malên Gel ê Herêma Egeyê Mesut Baybuke, diyar kir ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin û li diji pergala dîktatoriyê û teslîmiyetê bêjin NA û wiha got: "15 salin polîtîkayên AKP-Qesrê Tirkiye xistiye nava kaosê. Krîza aborî dest pê kiriye. Îktîdar û Qesr yên wekî xwe nafikire wan bêdeng dike. Hewldana darbeyê ji bo we dike firsen û bi vê firsendê êrîşî me dike. Em bang li hemû kesên ku dewletek laik, demokratîk, wekhev û edalet dixwaze dikin ku li dijî vê pergalê bêjîn NA.
Kongre piştî axaftinan û xwendinên raporan çû hilbijartinê. Di hilbijartinê de rêveberiya nû hat hilbijartin.