Hevşaredarê Dutaxê Ozturk hat girtin

AGIRÎ - Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk ku hatibû binçavkirin hat girtin.

Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk ku hatibû binçavkirin, bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê ye" hat girtin. Di 11'ê Çile de qeyûm tayînî şaredariya Dutaxê hat kirin û di 23'ê Çile de jî Hevşaredarê Dutaxê Ozturk hat binçavkirin. Di heman operasyonê de li gel Ozturk Hevserokê HDP'a Dutaxê Ramazan Yildiz û Cesim Balçok û Hevserokê DBP'ê yê Dutaxê Hakan Turkut jî di navde 10 kes hatin binçavkirin. Hevşaredar Ozturk Hevserokê HDP'a Dutaxê Ramazan Yildiz û Cesim Balçok û Hevserokê DBP'ê yê Dutaxê Hakan Turkut
hatin binçavkirin sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê der barê 4 siyasetmedaran de biryara girtinê da. 6 kesên di heman demê de hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan.