ÎZMÎR- Girtiyê bi navê Resul Çetîn ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Tekîrdagê sirgunî Girtîgeha Muglayê hat kirin 4 sal in di hucreyê de tê girtin.
Girtiyê bi navê Resul Çetîn ê ku di Newroza 2007'an de hate girtin, 14 sal û 6 meh ceza lê hate birîn, kirîn Girtîgeha Tîpa E ya Tekîrdagê û piştî 5 salan şandin Girtîgeha Muglayê 4 sal in li vir bi tena serê xwe di hucreyekî de tê girtin. Çetîn ê ku jibilî malbat û parêzeran nahêlin bi kesekî re hevdîtinê pêk bîne, destur nayê dayîn ku bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bîne.
'CIHÊ KU EM BIDIN WE NÎNE'
Çetîn e ku ji aktîvîteyên wekî spor, pirtûkxane û aktîvîteyên çandî jî bêpar e, mehê careke tenê rojname û kovaran didin wîn. Çetîn ê ku li odeya muşahadeyê ya bin girtiyên edlî yên pirsgirêkên wan ên psîkolojîk heye tê girtin ji ber dengê derdikeve nikare razê. Çetîn ev rewş gelek caran ji îdareya girtîgehê re ragihand lê ev daxwaza wî bi cih nehat û bersiva "hûn teror^sit in, cihê ku em bidin wu tuneye" dan wî.
Parêzer Mazlum Demîrbag diyar kir ku dema ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk aniye dîmenên wan ahtiye girtin ji ber van şertan nikare ji muwekîlê xwe agahiyên baş bigire. Demîrbag got ku muwekîlê wî jê re gotiye "dema ku deriyê min vedibe an malbat an jî parêzer hatiye, jibilî vê deriyê min nayê vekirin" û xwest şertên Çetîn bê başkirin. Demîrbag anî ziman ku divê muwekîlê wî bi girtiyên din re derxînin qada hevpar û wiha axivî: "Jixwe wî gelek caran ev ji îdareyê re ragihand. Divê bersivê bidin daxwaznameyên wî û şert û mercên wî bên başkirin. Ji bo ku ji Muglayê biçe daxwazname ji îdareyê re invîsandibû. Lê tu daxwazên muwekîlê min bi cih neanîn."