HATAY - 38 siyasetmedarên kurd ên 12 roj berê hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de ne, bi hinceta 2 sal berê beşdarî çalakiya Zincîra Aştiyê ku bê bûyer bi dawî bûbû bûne hatin tawanbarkirin.
Di 18'ê Çile de li Hatay, Îskenderun, Antakya û Samandagê di serdegirtina gelek navnîşanan de endam û rêveberên sendîka, komele û partiyên siyasî jî di navde 38 kes hatin binçavkirin. 38 kesên ku 12 rojin di bin çavan de ne li Midûriyeta Polîsan a Hatayê tên rawestandin. Hêj îfadegirtina 38 kesan berdewam dike. 38 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê" tawanbarkirin. Balkêş e 38 kes bi hinceta 2 sal berê beşdarî Zincîra Aştiyê ku 2 sal berê pêk hat û bêyî bûyer bi dawî bû wekî sûc hat dîtin.
2 sal berê suc nehat dîtin îro wekî sûc hesibandin
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Hatayê di salvegera kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar de
di roja 9'ê Çileya 2015’an de çalakî pêk anîbûn û xwestibûn Oner Gunay bê darizandin. Balkêş e piştî wê çalakiyê di girtekên midûriyeta polîsan de hatibû gotin ku tu kes nehatin binçavkirin û çalakî bê bûyer bi dawî bû.
ZINCÎRA JI BO AŞTIYÊ SÛC DÎTIN
Disa çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Îskenderûnê ku hikûmet şermezar kiribûn û daxuyanî dabûn, wê demê sûc nehatibû dîtin îro wekî sûc hat dîtin. Dîsa polîsan di girtekên xwe yên wê demê de nîşeya "Bê bûyer belav bûn" nîşan dabûn. Di 13'ê Sibatê de Bloka Aştiyê bi silogana “Deng bide aştiyê" çalakiya Zincîra Mirovan pêk anîbû. Di wê çalakiyê de nepox/bifokên li ser "Aştî" nivîsandibûn firandibûn hewa. Dîsa di 10'ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê komkujiya 10'ê Kanûnê ya li Enqereyê şermezar kiribûn. Herî dawî rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Îskenderûnê daxuyanî dabûn û girtina Hevserokên HDP'ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş şermezar kiribûn. Di lêpirsîna li midûriyeta polîsan de hemû wekî çalakiyên PKK/KCK’ê hatin dîtin û bi van îdîayan tên sucdarkirin. Balkêş e di bin çavan de pirsa “PKK rêxistina terorê ye? dipirsin.