Polîtîkaya necezakirinê pirsgirêkan kurtir dike

EDENE - Serokê ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor giliyên ku berê têkîldarî îşkenceyên li qawîşa zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê kirine bi bîr xist ku bi bêşopandinê bi encam bûye, li hemberî neçareseriya pirsgirêkan neçar dimînin û polîtîka necezakirinê pirsgirêkan kurtir dike.

Li Girtigeha Tîpa E ya Edeneyê li qawîşa zarokan ji ber şewata di 18'ê çileyê de zarokên bi navê muhammed Erdogan û Ferhat Kaya jiyana xwe ji dest dan yek jê giran 3 zarokên girtî û 3 gardiyan jehrî bûn. 3 zarok piştî hatin dermankirin carake din şandin girtîgehê. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin de îfadeya 3 zarokan û hin gardiyanan hate girtin û zarokê bi navê R.K. jî sewqî Girtîgeha Zarokan a Sîncanê hat kirin. Serokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê parêzer Tugay Bek diyar kir ku zarok ditirsin têkîldarî bûyerê biaxivin.

'EV GIRTÎGEHA ZAROKAN NÎNE'

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Îlhan Ongor diyar kir ku Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê qowişa zarokan bi derb û îşkenceyê tê rojevê û li Çukurovayê girtîgehên zarokan tuneye. Ongor wiha axivî: "Girtîgeha Kurkçulerê girtîgeha zarokan nîne. Ji ber ku li herêmê girtîgehên zarokan nîne li qawîşên mezinan zarok dimînin. Şertên ku zarok bimînin nîne." Ongor diyar kir ku girtîgeh ji bo zarokan guncaw nîne, dema hevdîtinên malbat û parêzeran de zarok bi mezinan re heman cihê bikar tînin.

Ongor da zanîn ku berê jî binpêkirinên mafan û derban wekî ÎHD a Edeneyê bi raya giştî re parve kirine, ji aliyê parêzerên zarokan ve gilî hatiye kirin lê der barê peywirdaran de biryara neşopandinê hatiye dayîn û pirsgirêk dîsa nehatiye çareserkirin. Ongor wiya got: Herî dawî jî di encama şewatê de 6 zarok birîndar bûne ji wan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Bi gotina 'girtîgeh e tiştên bi vî rengî dibe' binpêkirin tên rewakirin. Divê şertên ku zarok travmayê zû derbas bikin divê bê afirandin."

Ongor destnîşan kir ku divê der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê vekirin, li girtîgehên zarokan û li hemû girtîgehan ji aliyê heyetên serbixwe û rêxistinên civakî yên sivîl ve lêkolîn bên kirin. Ongor got ku heta ku polîtîkaya necezakirinê berdewam bike dê çareserî nebe û pirsgirêkên girantir jî derkevin. Ongor got ku ew bûyerên bi vî rengî dişopînin û dê bişopinin.