Gelê Mêrdînê dê bêjin 'Na'

MÊRDÎN - Şêniyên Mêrdîn têkildarî hilbijartina Referandumê diyar kirin ku dê ji bo siyaseta demokratîk, parastina mafên mirovan û vîna xwe bêjin "Na".

Şêniyên Mêrdîn têkildarî hilbijartina Referandumê biryara xwe aşkere kirin. Şêniyên Mêrdînê diyar kirin ku ew dê bi dengê hêl û berz bêjin "Na". Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Ali Aslan, diyar kir ku AKP dixwaze projeya Osmaniyan a 200 sal berê ji nûve zindî bike û mafê her kesî ji destê wan bigire. Aslan, da zanîn ku partiya wan a siyaseta demokratîk dimeşîne dê bi awayekî xwezayî li dijî vê yekê derkeve û bêjin "Na"

'JI DÎKTATORIYÊ RE NA'

Mamosteyê teqawît û niviskar Serkeft Botan jî bertek nîşanî pêşnûmayê da û diyar kir ku ew xwe di vê qanûna bingehîn de namînin û ji ber vê yekê dibêjin "Na" Botan, anî ziman ku rêveberiya yek mirovî dê krîzê bêtir kûr bike û bêtir mafên mirovan dê bê binpêkirin. Botan, bilêv kir ku dixwazin bi vê qanunê Dîktatoriya xwe bêtir xurt bikin û ew dê li dijî vê pergala dîktatoriyê bêjin "Na"

'EM DÊ JI PERGALA SEROKDEWLETIYÊ RE BÊJIN NA'

Welatiyê bi navê Davut Şahin jî anî ziman ku ew dê ji bo jiyanek demokratîk li dijî pergala Serokdewletiyê bêjin "Na".

Şêniyê bi navê Ramazan Benlî jî anî ziman ku ji ber dê hemû erk û raye têkevin destê yek mirovî û vîna wan ji deste wan bê girtin dê di Referandûmê de bêjin "Na".

Welatî Cebrail Alkan jî destînaş kir ku ev pergal li dijî siysaeta demokraktîk, mafên mirovan û hebûna wan darbe ye û ji ber vê yekê dê bi dengê bilind bêjin "Na".