Qeyûmekî çêkir qeyûmê din xerab kir

ŞIRNEX - Li Cizîrê parka ji aliyê qeyûmê 1999'an Suleyman Yildirim ve hatibû çêkirin ji aliyê qeyûmê niha Ahmet Adanûr ve hat xerakirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Parka Cumhuriyetê ku li navenda bajêr e û her demsala havînê dibû parêzgeha welatiyên navçeyê ji aliyê qeyûm ve hat xirakirin. Piştî qedexeya 14'ê kanûna 2016'an hêzên dewletê ev park dagir kirin û destûr nedihat dayîn ku gel têkeve parkê.

KOKÊN DARÊN PARQÊ TEV RAKIRIN

Dema ku park hat xirakirin ji carekê ve wesayîtên kar ketin hundirê parkê û tevî darên bi salan e hatine çandin hemû dar ji kok ve rakirin. Darên hatin rakirin bi kamyonan derxistin.

DÊ CIHÊ PARQÊ BIKIN CIHÊ MOBESEYAN

Hate hînbûn ku di projeya hatiye amadekirin de wê cihê parkê hemû bi qemereyên mobeseyan were raçandin. Parka Cumhuriyetê ku ji aliyê qeyûm Ahmet Adanûr ve hat xerakirin ji aliyê qeyûmê 1999'an qeymeqam Suleyman Yildirim ve hatibû çêkirin û di nava 4 salan de tekane xebata Yildirim a tê zanîn çêkirina vê parkê ye.