Hem ziyaret dikin hem ji bo 'Na' dixebitin

ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û xebatkarên jin, hem malbatan ziyaret dikin hem jî ji bo "Na" dest bi xebatên referandûmê kirin.

Li Şirnexa ku zêdeyî nêviyê bajêr di qedexeyê de hatiye hilweşandin Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez, Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Harîka Peker û xebatkarên TJA'yê ji aliyekî ve serdana gel dikin ji aliyê din ve ji bo "Na" dest bi xebata referandûmê kirin. Di dema serdana gel de Parlementer Îrmez ku rastî mirovê ji berfê hatiye çêkirin hat, dema dît mirovê ji berfê hatiye çêkirin nîşaneya serkeftinê kiriye û li ser bedena wî jî tîpa, "H" ku tê wateya, "Na" hatiye nivîsîn diyar kir ku gelê Şirnexê hêj niha biryara xwe daye ku ew ê di hilbijartinê de bibêjin, "Na"

Îrmez da zanîn ku gelê Şirnexê dizane ku di referandûmê de "Erê" bi xwe re dîktatoryê tîne û ji niha de biryara "Na" ya li hember zihniyeta yek miroviyê daye.