Siyasetmedar Ahmet Turk birin Stenbolê û anîn Xerpêtê

MÊRDÎN -Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku beriya niha ji Stenbolê anîbûn Xarpêtê, ji ber nexweşiya wî serê sibê birin Stenbol û piştî kontrola tenduristê dîsa birin Xerpêtê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku di 24'ê mijdarê de hatibû girtin ji Stenbolê anîbûn Xerpêtê, Hate hînbûn Turk ê ku nexweşiya dil pêre heye ji bo nexweşiya wî birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbol. Piştî dermankirinê Turk dîsa bi balafirê ji Stenbolê anîn Xerpêtê. Hat zanin ku piştî Turk li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di kontrola tenduristiyê re derbas bû disa ji Stenbolê anîn Xerpête.

Dema Turk hat girtin ew biribûn Girtîgeha Tîpa F a Silivriyê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê kiribûn. Li bendê ye ku rapora tendustiya Turk di rojên pêş de bigêje destê heyeta dadgehê.