Dadgehê ji bo Pîr biryara 'Bi zorê' bînin da

AMED - Rûniştina doza Parlamenterê HDP''ê yê Amedê Ziya Pir ku 33 sal ceza jê tê xwestin hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara "bi zorê bînin dadgehê" da.

Rûniştina Doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pir ku 33 sal ceza jê tê xwestin, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Parlamenter Pîr beşdarî nûniştinê nebû. Tenê parêzerên wî beşdar bûn. Prz. Reyhan Yalçindag Baydemir, parastin kir û xwest doz bê taloqkirin. Piştî parastina Prz. Yalçindag, heyeta dadgehê der barê Pir de biryara bi zorê bînin rûniştina dozê da û rûniştin taloqî meha Adarê kir.