AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim ku serê sibê li Edliyê hat binçavkirin piştî ji "Doza KCK'ê ya Sereke" îfade da heyeta dadgehê hat berdan. Yildirim diyar kir ku dozgerê ew darizandin îro wekî "Terorîst" tê darizandin û darizandina wekîlan li dijî Qanûna Bingehîn e.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim ku di çarçoveya "Doza KCK'ê ya Sereke" ya 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin de dihat darizandin, serê sibê li avahiya Edliya Amedê dema doza Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken dişopand hat binçavkirin. Yildirim ku der barê wî de biryara "Bi zorê bînin" hatibû dayîn piştî hat binçavkirin sewqî dadgehê hat kirin. Yildirim piştî li Dadgehê ji îfadeya Doza KCK'ê ya Sereke îfade da serbest hat berdan. Yildirim ku berê ji doza KCK'ê 5 salan girtî ma û serbest hatibûberdan, der barê wî de biryara bi zorê bînin dadgehê hatibû dayîn. Yildirim piştî hat binçavkirin birin beşdarî rûniştina "Doza KCK'ê ya Sereke" ku li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin kirin. Yildirim ku bi zorê beşdarî dozê kirin bi kurdî îfade da. Yildirim, diyar kir ku sedema netevlêbûna wî ya dadgehê helwesta li dijî heyeta dadgehê ye û wiha got: "Ez berê ji vê dozê 5 salan hatim girtin û hatim berdan. Destnedayîna min bi awayekî keyfî hat rakirin. Darizandin û darazê di dîroka Tirkiye de heta niha biryarek wisa nedaye. Destnedayîna me li djî biryara Dadgeha Qanûnûna Bingehîn e.
'DOZA KCK'Ê SIYASÎ YE
Yildirim, diyar kir ku ew îfadeya xwe ya berê dubare dike û wiha got: "Dozgerên ku ev îdîaname amadekirin niha hemû wekî 'terorist' tên darizandin. Hemû darizandinên di serdewa wan de belat bûn. Lê Doza Sereke ya KCK'ê. betal nebûye." Parêzerê Parlamenter Nadir Yildirim Mehmet Emin Aktar jî paratin kir û diyar kir ku muwekilê wî parlamenter e û li gorî xala 83'an a Qanûna Bingehin destnedayîna wekîlan nayê rakirin ev li dijî qanûnê ye.
Aktar, xwest darizandina muwekilê wî bê rawestandin.
Praz. Mehdi Ozdemir, Gulşen Ozbek û Keziban Yılmaz jî diyar kirin ku ew tev li parastina Aktar dibin.
Heyeta dadgehê piştî navber da dozê, rûniştina dozê bi sedema ku siyastmedar Perguzar Kaygisiz, Ali Oruç û Mustafa Dogrul beşdar nebûne taloqî 1'ê Sibatê kir.