MÊRSÎN- Li Girîgeha Tîpa T a Dînarê hate îdiakirin ku îşkence li 7 girtiyên siyasî hatiye kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T Dînarê ya Afyonê hate îdiakirin ku îşkence li girtiyên siyasî hatiye kirin. Xwîşta girtiyê bi navê Kudbettîn Çoban, Nafiye Çoban diyar kir ku bi birayê xwe re di telefonê de axiviye û birayê wê gotiye ku îşkence li 7 girtiyên siyasî hatiye kirin şopên îşkenceyê hê jî tên dîtin.
Çoban serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da û got ku ji bo agahî bigire li girtîgehê geriyaye lê rayedarên girtîgehê îdiayên îşkenceyê red kirine. Çoban anî ziman ku birayê wê ji ber îşkenceyê birîndar e û ji ber ku bi tîmên taybet re tên sewqkirin girtî naçin nexweşxaneyê.