Sînemaya Yilmaz Guney şewitî

ÊLIH - Li Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney şewitî.

Li Êlihê yek ji sembolên bajar Sînemeya Yilmaz Guney şewitî. Hate îdiakirin ji ber qontaxa ceryanê şewata derket li hemû avahiyê belav bû. Piştî ku agahî hat dayîn ekîben îtafiyeyê hatin û mudaxaleyî şewatê kirin. Lê ji ber şewatê beşekî mezin a sînemaye şewitî. Welatiyan diyar kirin ku ekîban dereng mudaxaleyî şewatê kirine û li hemberî ekîban nerazîbûn nîşandan. Piştî ku şewat hate vemirandin xebatên sarkirinê dest pê kir.

Sînemaya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve di 2006'an de hate înşakirin piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin hatibû girtin. Li vir her sal Mîhrîcana Kurtefîlm a Kurd dihat lidarxistin û bi hezaran sînemahez dihatin cem hev.