MÊRSÎN - Li bajaroka Adanalioglu ya Mêrsînê penaberên Sûriyeyê yên li konbajar têkoşîna jiyanê didin ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê xeta av û ceryanê ya soz dabû wan nekişand, xeta qaçax çêkirin. Penaberan diyar kirin ku ji ber şertên serma xwe biparêzin ev xet kişandine û ev xet jî ji aliyê şaredariyê ve hatiye qutkirin
Penaberên ku ji ber şerê li Sûriyeyê koç kirin hatin Tirkiyeyê di bin şertên giran de dijîn. Ji ber şertên zehmet ên kampan komek penaberên ku hatin bajaroka Adanalioglu ya Kadenîz a Mêrsînê li vir konên ku vedane de bi karkeriya demsalî têkoşîna jiyanê didin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ji bo av, ceryan û konteyniran soz dabû penaberan lê heta niha tiştek nehatiye kirin. Li ser vê yekê penaberan ji dîreka ceryanê ya gundê nêzîk xeta qaçax av û ceryanê kişandin. Penaberan diyar kirin ku ji bo xwe ji sermayê biparêzin ev xet kişandine. Penaberan destnîşan kirin ku şaredarî di vî mijarê de xwedî li wan derneketiye û hem welatiyên li gund dijîn hem jî bi leşker û polîsan ve tên hemberî hev. Welatiyên ku şaredariyê xetên wan qut kiriye di sermayê de bêav û bêceryan man nizanin ku dê çi bikin.
'EM Ê ÇAWA BIJÎN'
Welatiyê bi navê Hasan Daban diyar kir ku jiyana li kon bi tena serê xwe jî pirsgirêk e û xeta ku kişandibûn ji bo ku xwe germ bikin û xwarina xwe çêkin bi kar dianîn, ji ber xeta ku kişandibûn bi gundiyan re pirsgirêk jiyane û wiha axivî: "Ji ber ku mecbûr man me xet kişand. Ji ber vê yekê jî welatiyên gund giliyê me li şaredariyê û keya dikin. Ew jî tên ceryan û ava me qut dikin. Niha em ê çi bikin, çawa xwe germ bikin nizanin. Êdî ceryan tuneye, Jiyana me zehmetir bû. Em ê çi bikin nizanin. Zivistan jî hat. Em ê rojên serma li vir çawa bijîn, zarokên xwe çawa germ bikin nizanin."
'7 ROJ IN BÊAV IN'
Penaberê bi navê Şuha Alî îşara jî diyar kir ku beriya 7 rojan av û ceryana wan hatiye qutkirin, bêavmane, niha avê ji cîranên xwe digirtin lê dem bi dem cîran jî pêdiviya wan bi cih nayne. Bîşara diyar kir ku polîs û şaredarî dema ku hatine ceryanên wan bibirin bi zorê ketine konan û ew derb kirine.
'PIRSGIRÊKA ME ÇARESER BIKIN'
Penaber Ahmet Ahmet jî destnîşan kir ku divê dewlet ji bo pirsgirêkên wan çareseriyê bibîne û wiha berdewam kir: "An bila me qebûl bikin an jî emê ji vir biçin. Em ji axa xwe hatin koçberkirin û ev nebû em ê ji vir jî biçin cihên din jî bibînin. Ger ku destur dan em bên vê derê bila pirsgirêkê me jî çareser bikin."
'EM NIKARIN TEDAWÎ BIBIN'
PErabera bi navê Sara Muhammet jî da zanîn ku jibilî av û ceryanê gelek pirsgirêkên wan ên din jî hene û 6 zarokên wê hene ji ber ku nasnameyên zarokan tuneye li nexweşxane û ocaxên tenduristiyê dinakin tedawî bibin, dema ku diçin wan paşve vedigerînin.