AMED - Parlamenterê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ê di rûniştina yekemîn a dozê de hate berdan di parastina xwe de diyar kir ku 3 mehên girtî bû nekarî tevli xebatên Meclîsê bibe û ev yek sûcekî qanûna bingehîn e. Baluken slava Ocalan a ku di mîtînge 5 'ê Hezîrana 2015'an li Amedê hat lidaxistin de ragihandiye gel bûye mijara darizandinê û wiha axivî: "Wê demê slavên Birêz Ocalan me ji ji serokwezîr û wezîran re jî biribû." Baluken ku 3 mehin li Girtîgeha Kandira girtî bû ji girtîgehê derket.
Parlamenterê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ji ber axaftina xwe ya di civînên KCD'ê û 10 meşên ku partiya wî di 2011-2015'an de li dar xistiye, tevlî daxuyaniyên çapemeniyê bûye hatibû girtin û der barê wî de bi daxwaza 18 sal cezayê tê darizandin doza wî li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Baluken ê ku di 4'ê Mijdara 2016'an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi "xirakirina yekîtiya dewletê" "endamtiya rêxistinê" "propagandaya rexistinê" "muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan" ve tê sûcdarkirin. 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Çewligê îdianameya ku dozgeriyê amade kiribû qebûl kir û ji ber ku cihê ku sûc hatiye kirin Amed e biryara bêrayebûnê da û dosya ji Dadgeha Cezaya Giran a Amed3e re şandibû. Baluken ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi SEGBÎS'ê ve tevlû dozê bû gelek parêzer jî di dozê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Nadîr Yildirim, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçier, Leyla Bîrlîk, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û rêveberê HDP û DBP, xizmên Baluken doz şopandin.
Dozê bi tespîtkirina nasnameyan ve dest pê kir û heyeta dadgehê KHK Hejmar 676'an hincet nîşan da û got ku herî zêde 3 parêzer dikarin Baluken biparêzin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku KHK li dijî qanûna bingehîn e û mafê darizandina adil û parastinê tê astengkirin ji ber vê yekê jî îtiraz kir. Heyeta dadgehê îtiraza Aktar red kir. Piştre parêzer Mesut Beştaş axivî û diyar kir ku rakirina destnedayînên parlamenteran li dijî qanûna bingehîn û rêziknameya Meclîsê ye, hê jî destnedayîna qanûn çêkirinê berdewam dike ji ber vê yekê jî ivê dadgeh ji bo ev yek bê betalkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bide, darizandin bê rawestandin. Ev daxwaz jî ji aliyê heyetê ve hat redkirin. Piştre Baluken parastina xwe kir.
'MIN NEKARÎ MAFÊN XWE BI KAR BÎNIM'
Baluken di parastina xwe de wiha got: "Ez parlamenter im, 3 meh in girtî me. Parlamenterek di sedsala 21'emîn de 3 mehan di bin tecrîdekî giran de girtin îşkence û sûcê mirovahiyê ye... Bi vî girtî re jî peywira min a qanûnçêkirinê hatiye xespkirin. Di nava vî demê de min li Meclîsê peywira xwe bi cih neanî. Tu mafê xwe yê gotinê, dengdanê bi kar neanî. Dîsa di dema hevdîtinên guhertina qanûna bingehîn a ku pêşeroöa demokratîk a welatê me eleqadar dike de mafê min ê dengdanî bi zanebûn hate astengkirin. Ev hemû sûcên qanûna bingehîn e. Dîsa di hemû serlêdanên me yên li Meclîsê wekî ku ji vî berpirsyariya xwe li ser xwe bavêje, avêtiye li ser darazê. Serokê Meclîsê dizane ev yek sûc e. Li şûna ku vî berpirsyariyê bi cih bîne avêtiye ser saziya darazê. Ez wekî parlamenterê Amedê dema ku navê min li civata giştî ya meclîsê hate xwendin min nekarî dengê xwe bi kar bînim ev li dîrokê hatiye nivîsandin. Ev bi awayeke aşkera sûcekî qanûna bîngehînî ye."
'JI BER VÊ YEKÊ EM NEÇÛN ÎFADEYÊ'
Baluken di parastina xwe de got ku li gorî rêziknameya hundirîn a meclîsê û qanûna bingehîn darizandan û lêpirsîna parlamenteran ancax bi biryara meclîsê dikare bê kirin û wiha berdewam kir: "Biryara ku meclîsê daye biryara rakirina destnedayînê ye. Biryara girtinê nîne. Em bi rewşekî parlamenterekî ku destnedayîna wî berdewam dike di bin tecrîdekî girankirî de girtinê û bi girtîna wî re rû bi rû ne. Ev sererastkirina qanûna bingehîn a demî hatiye kirin nakokiyekî bi vî rengî dihewîne. Niha destnedayîna min heye. Parlamenteriya min didome. 3 mehan bi awayekî girtî hiştin, astengkirina peywira min a qanûnçêkirinê li gorî Qanûna Bingehîn tê çi wateyê. Ez dixwazim heyeta we vê yekê lêkolîn bike. Li 5-6 bajarên cuda bi dosyayên cuda re parlamenterên ku tu eleqeya wan bi hevre nîne lê ji bo hemûyan di heman demê de bi awayekî hemwext bi serdegirtinan malan operasyon pêk anîn çawa dikare bê îzahkirin. Sedema neçûyîna me ya îfadeyê jî ji ber vî pêkûtiya siyasî, helwestekî siyasî bû. Neçûyîna me ya îfadeyê li hemberî saziya darazê na, li hemberî helwesta îxtidarê ku saziyên darazê xistiye bin pêkûtiyê helwestek e... HDP partiyekî ku li gorê qanûnên Tirkiyeyê hatiye avakirin, partiyekî siyasî ya legal û siyaseta demokratîk dimeşîne. Heta niha Dadgeha Qanûna Bingehîn an jî saziyên darazê yên bilind jî di vî mijarê de biryarekî cuda negirtine. Heta neyê girtin jî divê hemû xebatên HDP'ê di çarçoveya qanûnî de bê nirxandin. Xebatên ku min kirine di çarçoveya nasnameya partiya siyasî de hatine meşandin. Jibilî nasnameya HDP'ê ez sûcên ku der barê min de tê îdiakirin qabûl nakim."
MIN DI NAVENDA PÊVAJOYA ÇARERIYE DE CIH GIRT
Baluken, îdîanameya der barê wî hatiye amadekirin rexne kir û wiha got: "Îdîaname bi tiştên pûç û vala tije kirine. Polîsan têkildarî min 13 klasor agahî kom kirine. Polîs û dozgerên ku der barê min de agahî kom kirin piraniya wan ji doza FETO/PDY hatin girtin. Di ve îdianameyê de sucdariyên herî giran perçekirina yekîtiya welat, û endamtiya rêxistinê ye. Min 2 sal û nîvan di navenda pêvajoya çareseriya demokratîk de cih girt. Ji bo mirov neyên kuştin û xwîn nerije min di navenda pêvajoyê de cih girt. Ez endamê heyeta aştiyê me. Min di navenda xebatên pêvajoya çareseriyêde cih girt. Ez wekî parlamenterekî endamê heyeta çareseriyê di navbera salên 2013-2015'an de bi serokwezîre wê demê, wezîr û rayedarên asta herî jor re axivîm û min hevdîtinên fermî pêk anîn. Bin bi wan re bê hêjmar civîn pêk anîn. Ez qala hevdîtinên dewletê yê herî mhrem dikim. Axaftinên min ên di salên 2011-2013'an de ku min ji bo çareseriyê kiribûn wekî endamtiya rêxistinê nîşan dane. Van axaftinan bi perçekirina yekîtî û tevahiya welat tawanbarh dikin. Lê hevdîtinên min ên bi rayedarên dewletê re di navbera 2013-2015'an de ye. Ger ku rastiya van îdiayan hebe çima rayedarên herî jor ên dewletê bi min re hevditinan bikin. Serokwezîrê wê demê, wezîrê karên hundir, wezîre dadê, Musteşarê MÎT'ê dozgerên wê demê yên ji doza FETO hatin girtin jî hemû xwedî heman qenehetê ne. Ev sucdarî yek jî ne raste û li dijî mantiqê ye.
Ez dixwazim wêneyê di dema mutabakata Dolmabahçeyê de bînim bîra we. Di wêneyê wê rojêde Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Serokwekîlê Koma AKP'ê Mahir Unal, Musteşarê Cemaweriye Muhammed Dervîşoglu û Endamê Heyeta Aştiyê Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldan hebûn. Ew wêne li Ofîsa fermî ya Qesra Dolmabahçe pêk hatibû. Ew civîn gelek tiştan îfade dike. "
‘MIN SLAVÊN OCALAN JI SEROKWEZÎR RE JÎ BIRIN'
Baluken, destnîşan kir ku ji axaftina di civîna KCD'ê de tê darizandin û wiha berdewam kir: "Ez bawer nakim ku di wê axaftina min de tu sedema sûc hebe. Peyva Xweseriya Demokratîk wekî sedema sûc nîşan didin. Lê ev peyv û pênase di rêziknameya partiya me de derbas dibe. Ev yek ji aliyê Qanûna Bingehîn ve hatiye qebûlkirin. Ev projeya çareseriya siyasî ye. Çawa ku îro AKP û Serokomar modela Serokdewletiyê diparêze û pêşkêş dike ya me jî modelek siyasî ya çareseriyê ye. Em jî wekî HDP'ê Xweseriya Demokratîk û Komara Demokratîk e."
Sucdariyên ji bo ku ez beşdarî merasimên cenazeyan bûme, beşdarî daxuyaniyan bûme nayên qebûlkirin. Ji ber axaftina min a mîtînga HDP'e ya 5'ê Hezîranê ku li Qada Îstasyonê pêk hat û komkujî pêk hat doz li min hatiye vekirin. Di axaftina min a wir de tiştekî pir bi detay tune. Min tenê 1-2 deqîqeyan silav kir. Silav jî wekî sedema suc nîşan dane. Wê demê me bi Birêz Ocalan re hevdîtin dikir. Min silavên Birêz Ocalan ji Wezîran re jî û Serokwezîr re jî birin. Min ev silav ji gelê Amedê re anîbe sûc e? Ev ne sûc e."
Baluken herî dawî beraeta xwe xwest û dawî li parastina xwe anî.
'DOZGER, DADGER Û POLÎS HATIN ÎHRACKIRIN
Piştî paratina Baluken, dozger xwest Baluken bi girtî bê darizandin û berdewamiya girtina wî xwest. Parêzera Baluken Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku polîs, dozger û dadgerên ku îdîaname amade kirine tev girtî ne û ji tevgra Gulen tên darizandrin. Yalçindag, anî ziman ku bi vê êdîanameyê xebatên HDP'ê wekî îlegal didin nîşandan û wiha got: "Qanûna Bingehîn ji bo parlamenterê girtî Mustafa Balbay çi biryar da divê ji bo Baluken ji heman biryarê bide. Ez tahliyeya wekîlê xwe dixwazim."
Heyeta dadgehê piştî parastinê navber da û piştî navberê biryar da. Heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber Baluken parlamenter e û li gorî Qanûna Bingehîn a di 04'ê Kanûna 2013'an de ji bo Mustafa Balbay daye biryarek emsal e biryara tahliyeya Baluken da. Heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat der barê Baluken de biryara beraetê da.
PARLAMENTERAN PIŞTÎ DOZÊ DAXUYANÎ DAN
Piştî rûniştina doza Baluken, Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Sibel Yigitalp û Ziya Pir ji di navde endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên saziyên civakî li ber avahiya Edliya Amedê daxuyanî dan. Li vir Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku biryara tahliyê tecrîd, astengî û bêhiqûqiyê ji holê ranake û wiha got: Hêj hevserokên me yên HDP'ê girtî ne. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag ji di navde 8 parlamenterên me di bin tercidê de ne. Şerma Tirkiye hêj bi dawî nebûye.
DIVÊ HEMÛ BÊN BERDAN
Beştaş, herî dawî xwest hemû hevserok, hevşaredar, endam û rêveberên wan ên hêj girtî tev bên berdan. Beştaş, xwest ev bêhniqûqî bi dawî bibe.
BALÛKEN JI GIRTÎGEHÊ DERKET
Îdris Balûken piştî heyeta dadgehê der barê wî de biryara berdanê da, ji girtîgehê derket. Balûken nêzî 3 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Kandira dihat girtin. Baluken dema ji girtîgehê derket ji aliyê endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê ve bi çepik û çîçekan hat pêşwazîkirin.
Baluken dema hat berdan, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da û wiha got: "Ger ji partiyek siyasî ew qas siyasetmedar girtî bin ev rewşa demokrasiya wî welatî nîşan dide. Dîsa ew qas rojnameger, siyasetmedar, hunermend û girtiyên nexweş girtî ne. Ev şerma Tirkiye ye. Heta ku ev şerm berdewam bike demokrasî pêş nakeve. Divê berî her tiştî girtiyên nexweş, siyasetmedar û Hevserokên partiya siyasî serbest bên berdan. Heta ku Hevserokên me Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û wekilên me girtî bin tu meşrûtiyeta vê referandumê tune ye.
Piştî axaftinê girtîgehê qetiyan.