ANTALYA - Li Zanîngeha Akdenîz a Antalyayê 70 xwendekarên ku par beşdarî çalakiyan bûbûn der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin, ligel ku dozgeriyê biryana "pêwîstî bi teqîbatê tuneye" da jî îdareya zanîngehê ceza li xwendekaran barand.
Li Zanîngeha Akdenîza Antalyayê der barê 70 xwendekarên ku beşdarê bîranîna Roboskê, Helepçe, pîrozbahiyên 1'ê Gulanê û Newrozê bûn de ji aliyê emniyetê ve lêpirsîn hate destpêkirin. Der barê xwendekaran de piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê biryara "pêwîstî bi teqîbatê tuneye" da li ser vê yekê rêveberiya zanîngehê kete nava tevgerê. Ligel biryara dozgeriyê jî rêveberiya zanîngehê 20 xwendekar serdemek ji zanîngehê dur xist, ji Saziya Waregeh û Krediyê (KYK) jî xwest bursa 50 xwendekaran bên birîn û ji waregehê bên avêtin. KYK ev daxwaza zanîngehê qebûl kir û bursa 50 xwendekaran birî û ji waregehê jî avêt.
'HINCET TRAJÎKOMÎK E'
Xwendekara bi navê Selîn Erîm têkîldarî biryarê got ku ji bo birîna bursê û avêtine ji waregehê hincetekî trajîkomîk a "ji ber ku li zanîngehê xebatên anarşîst kiriye bursaya we hatiye birîn" hatiye nîşandan. Erîm anî ziman ku ev pêkanînên nehiqûqî jiyana wan zehmetir dike.
'EM Ê TÊBIKOŞIN'
Xwendekarê bi navê Suat Bulut ê ku beşa rojnamegeriyê dixwîne jî diyar kir ku xebatên wan ên ku rêveberiya zanîngehê wekî sûc dibîne, mafên wan ê demokratîk e. Bulut got ku li zanîngehê hemû çalakiyên nijadperest serbest e lê ji bo xwendekarên ku modela perwerdehiyê ya xweser û zanînstî dixwazin her tişt sûc tê dîtin û qedexe ye. Bulut da zanîn ku li zanîngehê pêkûtî zêde bûye ew ê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî demokratîk, perwerdehiya xweser û zanînst bidomînin.