Parlamentera HDP'ê Beştaş hat girtin

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Parlamentkera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş şevê din cara duyemîn hat binçavkirin û hat girtin. Daniş ku di 27'ê Çile de hat binçavkirin û di 28'ê Çile de hat berdan, di 30'ê Çile de cara duyemîn bi îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat binçavkirin. Beştaş, piştî hat binçavkirin sewqî Dadgerê Nobedar ê Sulh Ceza kirin. Beştaş, bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê ye" hat girtin. Beştaş ji ber 3 parvekirinên twitterê yê liser hesabê Navenda Giştî ya HDP'ê hatibûn vekirin û di 6-8'ê Cotmehê serhildanên Kobanê de hatibûn belavkirin tê tawanbarkirin.