ŞIRNEX - Şirnexiyên ku piştî 8 mehan vegerîn ser axa xwe ji aliyekî ve birînên xwe dipêçin, ji aliyekî ve jî amadekariyên zivistanê dikin. Hevkariya gel a bi hev re gotina, "Kesê mino, destê mino" careke din radixe ber çavan.
Li Şirnex deriyê kîjan malbatê were vekirin çîrokek derdikeve pêşberî mirov. Di 8 mehên qedexeyê de zordarî, xîzanî û perîşanî bû para gel. Li gel vê zor û zehmetiyê jî gel cereke din vegeriya bajarê xwe û hem kêm û kasên avahiyên xwe temam dikin hem jî bi nêzîkbûna zivistanê re amadekariyên demsaleke nû dikin. Dema em li taxa Bahçelîevler ji wesayîtê peya bûn xaniyê malbata Bahşîş ket pêşberî me û dayîka Fehîme silava me bi dilek jan pêşwazî kir. Ji hewşa malbata Bahşîş nîveke bajêr xuya dike, ango nîveke bajarê hatiye hilweşandin.
Xwediya malê, dayîk Fehîme Bahşîş 2 koşxane danîne ser tifika li ber deriyê malê û dimsê çêdike. Di dema qedexeyê de malbatê qet nekariye biçe nav rezê xwe û piştî qedexeyê tiriyê ku karîne kom bikin dayîk Fehîme dike dims. Li vî welatî dayîk û bav di her tişta ku dikin de paşeroja xwe difikirin yanê zarokên xwe. Dayîka malê Fehîme jî ji bo zarokên xwe amadekariya zivistanê dike.
JI BO TEYRIKÊN ÇOLÊ JÎ AMADEKARÎ
Şêniyên malbatê li ber derî rûniştine û çayê vedixwin, dayîk Fehîme geh li dimsa xwe dinêre geh tê tevlî sohbetê dibe. Zarokên malê, Mahîr Cûdî û Kenan bêyî ku hayê wan ji 8 mehên zor û zehmet û rewşa ku niha malbata wan têdeye hebe bi pêlîstoka xwe dilîzin. Malbata Bahşîş ji bilî amadekariyên xwe yên zivistanê amadekariya çûkan jî kiriye. 2 sindokên piçûk ji bo teyrikan bi dara di baxçeyê xwe ve zeliqandine.
ME HÊJ DEXLÊ XWE NEÇINIYE
Dayîk Fehîme careke din ji bo li dimsa xwe binêre berê xwe dide ber tifik û dest bi axaftinê dike, "Me digot em qet naçin. Lê dema qedexeyê destpê kir em mecbûr man ku derkevin. Di van 8 mehan de me qet li baxçeyên xwe nenêrî. Hemû darên me hişk bûne. Me hêj dexlê xwe neçiniye û êdî av lê ketiye. Em biçinin jî tu feydeyê wê tuneye."
MALA ME JI XWE RE KIRINE BAREGEH
Hêzên dewletê di qedexeyê de xaniyê malbata Bahşîş ê 2 qat ji xwe re kirine baregeh û zerar dane malê. Hemû amûrên bi elektrîkê dixebitin ji aliyê hêzên dewletê ve hatine perçekirin, kulek li dolabên malê hatine vekirin û ji bo xwe kirine çeper.
BÊYÎ CÎRANÊN XWE EM Ê ÇAWA BIJÎN?
Her çiqas avahiyek hebe ku malbata Bahşîş lê bijî jî ew nikarin bêyî cîranên xwe yên ku malên wan hatine hilweşandin bijîn. Dema dayîka Fehîme dibêje, "Xaniyên ku gel ji bo xwe kirê jî bigire tuneye. Xaniyên cîranên me an hatine hilweşadin an jî derbarê xaniyên wan de biryara hilweşadinê dane. Dema cîranên me tunebûn em ê çawa jiyanekê li vir ava bikin. Ew biçin em jî nikarin li vir binînin." êdî qewlê gotinê bi dawî dibe.
Diyar e ku apê Abdûllah Bektaş bi destên xwe yên 65 salî gelek karên giran kirine. Bi vî temenê xwe jî hêj dixebite apê Abdûllah. Di qedexeyê de 2 guleyên topê li xaniyê wî yê li taxa Bahçelîevler ketine. Topa ku neteqayî piştre ji aliyê polîsan ve hatiye îmhakirin. Di dema qedexeyê de apê Abdûllah ewil bi malbata xwe re berê xwe daye gundê xwe Bilmadê. Li vir jî hêzên dewletê ew dane ber topan û bi alîkariya Şaredariya Şirnex li Konûtan ji xwe re kon vedaye. Piştî ku konê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rakirin, malbata Bektaş careke din berê xwe dide Şirnex.
KESÊ MINO, DESTÊ MINO
Apê Abdûllah ji bo di zivistanê de bikaribin îdare bikin kêm û kasên mala xwe temam kirine û qatek a xaniyê xwe jî daye cîranek xwe ê ku di vegera bajêr de cihê xaniyê xwe jî nasnekiriye. Ev hevkariya apê Abdûllah a bi cîranê wî re careke din gotina pêşiyan a, "Kesê mino, destê mino" ango yên li me xwedî derkevin cardin em in radixe ber çavan.
BUYERÊN SALÊN 90'Î TÊN DUBAREKIRIN
Weke her Şirnexî apê Abdûllah jî dibêje, "Tu ferqa salên 90'î û niha tuneye. Buyerên wê demê diqewimîn îro tên dubarekirin. Gelê kurd wiha xelas nabe. Heya ku ev dinê hebe, gelê kurd jî wê hebe. Ev gel bi mirin û girtinan xelas nabe û heya dawiyê jî em ji doza xwe venagerin."
Nedim Oruç-dihaber