Li ser çapemeniya civakî 100 malên Geverî înşa kir

COLEMÊRG - Li Geverê welatiyê bi navê Necip Çapraz ji bo piştgiriya malbatên malên wan hatibûn hilweşandin kampanyayek çapemeniya civakî da destpêkirin û heya niha di çarçoveya vê kampanyayê de heya niha nêzîkê 100 mal ji nû ve hat avakirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo înşakirina malên welatiyan ligel kampanyayên saziyên kurd hin kesên serbixwe jî li ser çapemeniya civakî xebat didin meşandin. Welatiyê bi navê Necip Çapraz ê ev mehek e li ser çapemeniya civakî ji bo malbatên avahiyên wan hatine sotin xebat dide meşandin jî ji van yek e. Çapraz bi hewldana xwe heya niha ji bo 100 malbatan amûrên înşaatê peyda kir. Çapraz ê wêneyên malên hilweşiyayî li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî diweşîne heya niha xwe gihand gelek kesan û hêj vê xebata xwe dide meşandin.

‘EZ GELEK DI BIN BANDORA MENZERÊ DE MAM’

Çapraz destnîşan kir ku ew piştî qedexe rabûye hatiye navçeyê û li ser dîmenên derketiye holê xwe berpirs dîtiye. Çapraz da zanîn ku ew bi pirsa “Ez dikarim çi bikim?” dest bi xebatên xwe kiriye û wiha axivî: “Piştre min li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî bangawazî li gel kir. Kesên dixwazin piştgiriya xwe nîşan bidin jî bi sac, çîmento, derî, pace û brîketan distînin û ji me re dişînin. Kesên vê nikarin jî pere dişînin hesabên kesên amûrên înşaatê difroşin. Ez bi xwe pere nagirim.”

‘HER KES DIKARE TIŞTEK BIKE’

Çapraz got ku wî heya niha bi hewldanên xwe nêzîkê hewcehiyên 100 malan pêşwazî kiriye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Hêj bi hezaran malên hilweşiyayî hene. Her çend serma hatibe jî baş e ku hêj berf nebariyeye. Ev jî avantajek e. Divê her kes ji destên wê/wî çi tê bike. Dewletê nexwe tu alîkarî neda. Kesên dixwazin alîkarî bikin li ser me an jî bi saziyên kurdan re divê bikeve têkiliyê.”