ŞIRNEX - Qeyûmê Silopî ku avahiya çand û hunerê ya şaredariyê pêşkêşî endamên AKP'ê û weqfa TUGVA ku nêzî malbata Erdogan û AKP'ê ye kir.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê piştî ku 11'ê îlona 2016'an Qeymeqam Savaş Konak weke qeyûm hat wezîfedarkirin dest bi girtina saziyên şaredariyê derxistina karkeran û xizmeta ji bo endamên AKP'ê kir.
QEYÛM EWIL PEYVA "LALEŞ" LEWHEYA SAZIYÊ DERXIST
Qeyûmê Silopî beriya ku Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê bide xizmeta endamên AKP'ê û TUGVA'yê navê wê guhert û peyva, "Laleş" ku navê parêzgeha êzdiyan e ji lewheya saziyê derxsit.
DI SAZIYA FERMÎ DE ENDAMÊN AKP Û TUGVA KARÊ RÊXISTINA XWE DIKIN
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeyûmê Silopî bêyî ku ji bo navenda çand û hunerê bide kesên taybet îhaleyekê bike ev avahî pêşkêşî endamên AKP'ê û Weqfa Ciwanên Tirkiye (TUGVA) kiriye. Her çiqas di avahiyê de qaşo xebatên çand û hunerê werin kirin jî endamên AKP'ê li ser xwendekarên ku tên xebatên rêxistinkirinê dide meşandin. Her wiha li vir civînên xwe pêk tînin û di qada civakî û medyaya hewizê de reklama TUGVA'yê tê kirin.
Her wiha qeyûm di nava xebatên hatine kirin de ku di palpera şaredariyê ya fermî de tên weşandin diyar kiriye ku navenda çand û hunerê ji nû ve hatiye serûberkirin. Ev yek jî dide nîşan ku ev serûberkirin ji bo endamên AKP'ê û endamên TUGVA'yê hatiye kirin.
TUGVA ÇI YE?
TUVGA ango Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê piştî ku navbera AKP'ê û Cemaeta Fethullah Gulen xerab bû hatiye avakirin û heya niha li 80 bajarên Tirkiye û Kurdistanê xwe bi rêxistin kiriye. Di rêveberiya TUGVA'yê de gelek kesên ku xizmên AKP'iyan hene û kurê Serokomar Erdogan, Bîlal Erdogan jî di Lijneya Bilind a Îstîşareyê ya weqfê de cih digire.