MÊRSÎN – Malbatên girtîyên li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, bi armanca mafên girtiyan biparêzin û zexten li ser girtiyan şermezar bikin, dê li ber girtîgeha Tarsûsê dest bi çalakiyê bikin.
Girtiyên li Girtigeha Tîpa C a Tarsusê ji bo zext û binpêkirina mafan ên li girtîgehê şermezar bikin derneketin ziyareta malbat û xizmên xwe. Malbat û xizmên ku hatin Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê xwestin girtiyan ziyaret bikin nekarîbûn girtiyan ziyaret bikin. Bi awayeki temsîlî tenê 4 malbat bi xizmên xwe re hevditin kirin. Malbatên ku rasti van binpêkirinan hatin serî li Şaxa ÎHD'ê dan. Malbatan diyar kirin ku ger ev binpekirina mafan bidome dê li ber girtigehê dest bi çalakiyê bikin.
HER 2-3 GIRTÎ HEMAN DOŞEKÊ BIKAR TÎNE
Hevserê girtî Emine Meral Metin Vuranok, diyar kir ku hevsera wê di operasyona li dijî HDP’ê ya Mêrsînê hat binçavkirin û girtin û wiha got: "Niha li Girtîgeha Tarsûsê zêdeyî 90 girtî hene. Li ser her doşekekê 2- 3 girtî radizên. Niha girtîgeh bi serê xwe îşkence ye. Hemû mafên wan tê binpêkirin. Mafê wan ê ziyaret, telefon û hevdîtinê ji destê wan tê girtin. Rastî lêgerîn û heqareta giran tên. Rasti tacîza devkî tîn. Lêgerîn ji aliyê gardiyanên mêr ve tê kirin.
‘EM DÊ LI WAN XWEDÎ DERKEVIN'
Dayika xebatkara Rojnameya Azadiya Welat Şirin Çoban Nafiye Çoban jî anî ziman ku ew dixwazin bi zarokên xwe re hevditin bikin û ev zextên li ser zaroken wan bi dawî bibe. Çoban, anî ziman ku ew dê li mafên zarokên xwe xwedî derkevin. Xwişka Tugba Oztunç Gulcan Oztunç jî xwest demek beri demekê ev zextên li ser zarokên wan bi dawî bibe û ji raya giştî xwest hestiyar tev bigerin.
FERMAN E DIVÊ EM VÊ FERMANÊ PÊK BÎNIN
Hevsere Sultan Erol Derviş Erol jî anî ziman ku ji bo pirsgirêk çareser bike wan serî li dozgeriye dane û wiha got: "Dozgeriyê sozên dan me pêk neanin. Li dijî girtiyan pêkanînên keyfî hene. Bi armanca girtiyan bezar bikin mafê wan binpê dikin. Me bi Midûrê girtîgehê re jî hevdîtin pêk anî. Midûr got 'Ev ferman e û em mecbûrin vê fermanê pêk bînin.' Ger ku ev rewş wisa bidome em dê li ber deriyê girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê bikin."