'Li dibistanan baweriya elewiyan înkar dikin'

EDENE - Wezareta Perwerdehiya Neteweyî mufretata perwerdehiyê guhert. Li gorî mufredatê dersên baweriya sûniyan hene, lê derstên baweriyan elewyan li dibistanan nayên ditîn. Serokê Şaxa DAD'ê yê Edeneyê Zeynel Kete, diyar kir ku di mufredatê de tenê baweriya suniyan heye û cihê baweriya elewiyan tune ye.

Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji bo perwerdeniyê mufredatek nû amade kir. Li gorî vê mufredatê cihê baweriya sûniyan heye, lê cihê baweriya elewiyan tune ye. Serokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) a Edeneyê û Endamê axa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê Zeynel Kete, diyar kir ku herî zêde di serdema AKP'ê de mufredata perwerdehiyê hatiye guhertin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de mufredata dersan li gorî bîrdoziya AKP'ê tê amadekirin. Hemû bîrdozî, felsefe û dîsîplîn bi riya perwerdehiyê dibin sazî. AKP bi guhertina vê mufredatê dixwaze bîrdoziya xwe ya fermî bi her kesî bide qebûlkirin. Dixwaze feraseta xwe ya yekperest bide qebûlkirin û rewa nîşan bide. Dixwaze her tiştî li gorî xwe bi teşe bike û têxe xizmeta xwe.

DIXWAZE MIROVAN BIKE ROBOT

Kete, destnîşan kir ku AKP herî zêde bîrdoziya xwe bi riya mufredata perwerdehiyê li ser zarokan dixe meriyetê û wiha got: "Pergal herî zêde berê xwe dide zarokan. Dixwaze ji biçûkantiya wan de wan biguherîne û li gorî xwe perwerde bike. Dixwaze wan bike mina makîne û robotan. Dixwaze her kesî têxe xizmeta xwe. Dixwaze kesên muhafazakar peş bixe. Dixwaze di nava olê îslamê de xeta demokratîk a muxalif tune bike. Dixwaze îslama îktîdarê ava bike."

DIVÊ HER ZAROK LI GORÎ BAWERÎ Û ZIMANÊ XWE PERWERDE BIBE

Kete, herî dawî destnîşan kir ku li gorî pedagojiyê jî divê her zarok bi ziman, çand û nasnameya xwe perwerde bibe û fêrî çand, bawerî û zimanê xwe bibe.

Kete, bal kişand ser naveroka mufredate û wiha got: "Hikûmet dixwaze dewletê li ser vê mufredata perwerdehiye ji nûve ava bike. Dixwaze dibistanên homojen ku wekî yek berhemên yek fabrîqeyê ava bike. Dixwaze hemû reng û nerînên cuda ji holê rake.