ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Silopiya Aydin Denîz li ser girtina saziyên ziman axivî û got: "Dibistan ji çar dîwaran pêk nayê û ew dê her malekê weke dibistanekî bikar bînin.
Li girtina 370 komele û saziyên civaka sivîl ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) Şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) a navçeya Silopiya ya Şirnexê jî hate mohrkirin. Komeleya ku di sala 2010'an de ji aliyê çend dildarên zimên ve hatî vekirin heya niha bi hezaran zarok, ciwan, û kesên ku xwendin û nivîsandinê nezanin fêrî zimanê kurdî kirine. Komeleyê di nava gelê Silopiya de cihekî xwe yê pîroz heye û û bi mohrkirina komeleyê tê xwestin ku xebatên li ser ziman ên Silopiya werin astengkirin.
JI AVAKIRINA KOMARA TIRK HEYA NIHA DIJMINATIYA KURDÎ DIKIN
Mamoste û Hevserokê KURDÎ-DER'ê ya Silopiya Aydin Denîz polîtîkaya dewleta tirk a bi sedan salan e li hember zimanê kurdî bi bîr xist û ev tişt gotin: "Ji îlana komara tirk heta niha her tim li hemberî zimanê kurd neyartî hatiye meşandin. Bi hezaran welatiyên me ji ber ku bi zimanê xwe axivîn ceza li wan hatiye birîn.
Bangawaziya me li hemû rayedar û gelê tirk heye. Em dibêjin dev ji dij kurdîtî û neyartiya xwe berdin. Bi vê helwestê hûn nikarin bigihêjin derekê."
ÊDÎ HER DEVER BÛYE DIBISTANA ZİMANÊ KURDÎ
Denîz diyar kir ku armanca AKP'ê ya girtina saziyên zimanê kurdî pêşî lê girtina pêşketina zimên e û axaftina wiha berdewam kir: "Bi vekirina KURDÎ-DER'ê bi dehan şaxê me hatin vekirin, bi dehan dibistanê me hat vekirin. Bi hezaran şagirt û bi sedan mamosteyên me çêbûn. Êdî her deVer bûye dibistana zimanê kurdî. Perwedehiya zimanê kurdî gihaşt asta herî jor. Girîngiya zimanê kurdî hat dîtin. Hikumeta AKP'ê dibêjE, 'me sazî û dibistanên wan girt pêşiya zimanê wan asteng kir'. Lê bila baş bizanin ku em ê li her deVerê zimanê xwe hîn bibin, fêr bikin, bi axivin û li hemû cîhanê belav bikin. Dibistan tenê ne nav çar dîwaran e. Her dever cihê perwerdehiyê ye. Her malek wek dibistan e. Emê her tim zimanê xwe pêşt bixin. Li her deverê jiyanê emê bi zimanê xwe bijîn."
DIVÊ HEMÛ MALBATÊN ME BI ZAROK Û DER DORA XWE BI KURDÎ BIAXIVIN
Mamoste Denîz bang li hemû malbatên kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hemû malbatên me yên kurd heta karin bi zarokên xwe, bi der dora xwe, danû sitandinê bi kurdî bi axivîn. Bila baş bizanin ku tu hêz nikarin pêşî û pûşveçûna zimanê kurdî bêyî girtin. Tu carî nikarin bi serkevin. Emê welatparêz, zimanparêz bi serkevin. Di Rojhilata Navîn de zimanêkî herekî kevnar û dewlemend zimanê kurdî ye. Wek Ahmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Eliyê Herîrî, Baba Tahîr Hemedanî û bi dehan wek ev mamosteyan li ser zimanê kurdî xebatên wan heye û bi kurdî nivîsandinin. Zimanê me zimanekî civakî ye. Ligel hovitiya tirkan gelek peyv jî ji zimanê me dizînin. Wek dûrbîn û çerçove hwd. Em wek gelê kurd bi vê hişyariya emê her tim li zimanê xwe xwedî
derbikevin.