Şervanên Xezeba Firatê amadekariyên Hamleya 3'emîn dikin

REQQA - Şervanên Odeya Çalakiyên Xebeza Firatê ku Bajaroka Siwediyê rizgar kirin, niha Bendava Tabka dorpêç kirine û amadekariya hamleya 3'emîn Dikin. Berdevka Odeya Çalakiyê ya "Xezeba Firatê" Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku bi rizgarkirina Bajaroka Siwediyê qanala piştgiriya DAIŞ'ê qut kirin û niha amadekariyên pêngava siyemîn a operasyonê dikin.

Hêzên Sûriyeya Demnokratîk (QSD), piştî Minbiç ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin, vê carê ji bo Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin dest bi operasyonê kirin. Di bin baneyê QSD'ê de Odeya Çalakiyên "Xebeza Firatê" dest bi çalakiyê kirin û bi sedan gundên herêma Reqqayê rizgar kirin. Operasyonên "Xezeba Firatê du pêngav li pey xwe hişt û di van pêngavan de bi sedan gund û Bajaroka Siwediyê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Şervanên Odeya Çalakiyên Xebeza Firatê ku Bajaroka Siwediyê rizgar kirin, niha Bendava Tabka dorpêç kirine û amadekariya hamleya 3'emîn dikin. Berdevka Odeya Çalakiyê ya "Xezeba Firatê" Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku ew niha amadekariyên pêngava siyemîn a operasyonê dikin. Cihan Şêx Ehmed, diyar bir ku bi rizgarkir Bajaroka Siwediyê tekiliya DAÎŞ'ê ya di navbera Reqqa û Bendava Tabka de qut kirin û wiha got: "Piştî pêngava duyemîn bi serkeftî bi encam bû em dê bi hêsanî pêngava sêyemîn jî serkeftî bi dest bixin. Ji bo ku em bi tevahî Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin dibe ku heta 5-6 pêngavan em biçin. Niha ji bo pêngava sêyemîn a operasyonê amadekariyên me dest pê kir.

'ME QADÊN STRATEJÎK JI DESTÊ DAIŞÎ GIRT'

Cîhan Şêx Ahmet destnîşan kir ku di pêngava yekemîn de bakurê Reqqayê rizgar kirin û wiha got: "Di pêngava duyemîn a Rizgarkirina Reqqayê de me bi armanca bajar dorpêç bikin dest bi operasyonan kir. Niha operasyonên me serkeftî diçin. Yekîneyên me di pêngava yekemîn de qada ku hedef dabû pêş xwe di nava 7 rojan de Azad kir. Me ji hedefa xwe bêtir qad bi dest xist. Di pêpgava duyemin de Rojavayê Reqqayê bû. Hin qadên ku ji bo DAİŞ'ê stratejîk bûn hebûn. Bi taybetî herema Mehmudlî, gundên Rojhilat û Rojavayên Keleha Caberê hatin rizgarkirin. Me hemû ji çeteyan xelas kir û azad kir. Me zêdetiri 2 hezar û 480 kilometre qad azad kir. "

'HÊVÎ JI NÛVE GEŞ DIBIN'

Cîhan Şêx Ehmed, destnîşan kir ku ew di operasyonê de berî her tiştî ewlehiya welatiyan esas digirin û wiha got: "Heta niha me bi sedan welatî ji desTê DAİŞ’ê azad kirin. Em tenê di qada leşkerî de îmzeyan navêjin serkeftinan. Di heman demê de di qada siyasî, civakî de jî em îmzeyan davêjin bin serkeftinên nû. Heza me heviyên ku DAIŞ'ê di mirovan de şikandibû ji nûve geş dike. Her qadên ku em azad dikin ji bo welatiyan dibe hevî û kêfxweşiyek mezin. Em dibînin ku mirov ji nûve dikenin. Ev moralekî mezin dide me jî. Hêviya azadiyê mirovan ji nûve zindî dike. Di hamleya duyemîn a azadiya Reqqa de piştgiriya gelê ereb zêd bû."

'ME BENDAVA TABKA XIST BIN DORPÊÇÊ'

Cîhan Şêx Ehmed, destnîşn kir ku hamleya duyemîn hêj berdewam dike û wiha axivî: "Me bendava Siwediyê azad kir. Me dora Bendava Tabka xistiye bin dorpêçê. Bi vî rengî me piştgiriya ji bo DAİŞ’ê qut kiriye. Piştî piştgiriya DAİŞ'ê qut bû êdî azadkirin bêtir hêsan e.

'BÊNGAVA SÊYEMÎN DEST PÊ DIKE'

Cîhan Şêx Ehmed, da zanîn ku heta tevahiya Reqqayê azad bikin dê operasyonên wan berdewam bike û wiha berdewam kir: "Azadkirina Reqqa ne hêsan û asayî ye. Em bawer dikin ku piştî Reqqa azad bibe dê di serî de gelê Sûriyê û hemû gelê cîhanê rehet bibe. Ev der Paytextê DAIŞ'ê ye. DAÎŞ, hemû êrîşên xwe li Reqqayê plan dike. Reqqa mejiyê wan e. Ger ku Reqqa azad bû dê DAÎŞ li her derê pûç bibe. Ji ber vê yekê em dê vê operasyonên heta 5-6 hamleyan berdewam bikin. Niha em amadekariya hamleya seyemîn dikin.

GER PIŞTGIRÎ ZÊDE BE AZADÎ JÎ NÊZ E

Cîhan Şêx Ehmed herî dawî destnîşan kir ku bi vê operasyona azadiya Reqqayê gelek ciwanên Reqqayê jî tev li şerê azadiyê dike û wiha bi dawî kir" Çiqas telêbûn û piştgirî zêde be azadî jî ew qas zû û nêz e. Çiqas piştgirî zêde be têkçûna DAÎŞ’ê jî ew qas hêsan dibe. Em gav bi gav pêş diçin. Em bi tedbîr û amade diçin. Em naxwazin welatiyên sivîl zerar bibînin. Ji ber vê yekê em hêdî hêdî diçin. Ji bo parastinê em xurt bikin û ewlehiyê mîsoger bikin em hêdî hêdî diçin. Fikara me ji civakê ye. Em naxwazin zêde zerar bigêje civakê. Em dê bi baweriyek mezin Reqqa rizgar bikin.

ŞERÊ JINÊ BÎRDOZÎ YE

Ez wekî jineke dibêjim li ku endamekî DAÎŞ'e hebe, em dê li diji wan şer bikin. Di bingeha şerê me yê li dijî DAİŞ’ê de bîrdozî heye. Şerê me yê li diji DAÎŞ'ê bîrdozî ye. Em dê hemû jinên di destê DAİŞ’ê de rizgar bikin. Ev rêgeza me ya esasî ye.

Nazım Daştan - dihaber