ÎZMÎR - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Azîz Kocaoglu, di 13 salan de milyar û 639 milyon tl pereyê xerç kir wekî xizmeta cemaweriyê bi nav kir. Serokê Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê Ahmet Tuncay Karaçorlu, bertek nîşan da û got: "Ev projeyên tên çêkirin xizmetê ji mirov û xwezayê re nake û qadên rantê ne.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmirê Aziz Kocaoglu daxuyand ku di 13 salan de ji bo gelê Îzmirê milyar û 639 milyon tl pere xerç kirine. Şaredar pesnê xizmeta xwe da û wekî ku pere tev di xizmeta civakê de xerç kiribe nîşan da. Welatiyên Kadifekale bertek nîşan dan û diyar kirin ku razemiya şaredariyê ya herî mezin welatî mexdûr kirine. Welatiyên Kadifekale anîn ziman ku li ser navê "Veguhestina bajarvaniyê ji cih û warên xwe bûne û wiha gotin. Dibêjin ji bo Kadîfekaleyê 94 milyon tl xerç kirine. Lê xaniyên ku hatine xerakirin heqê wan nehatiye dayîn. Nêzî 2 hezar û 500 xanî hatin xerakirin. Li şûna wan xanî li dervê bajar ku çûn û hatin pir zahmet e xanî lêkirine. Li Fûara Gaziemirê dar qetil kirin. Welatiyan anîn ziman ku bi 29.3 milyon tl Fuara Gaziemirê tev ki qada cemaweriyê û li vir xweza hatiye qetilkirin. Welatiyan destnîşan kirin ku Kocaoglu li vir darên zeytûnan jêkirine û ev yek ji cemaweriyê veşartiye.
BI BROJEYA TRAMVAYÊ DAR JÊKIRIN
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê li navçeya Karşiyaka li ser navê çêkirina Tramvayê li Qada Cahar Dudayev bi sedan dar birîn û xweza wêran kir. Welatiyên herêmê bertek nîşan dan diyar kirin ku li ser navê rêya tramvayê bi sedan dar hatin qetilkirin.
Serokê Odeya Plansaziya Bajar a Îzmirê ya TMMOB'ê Ahmet Tuncay Karaçorlu jî anî ziman li ser navê xizmeta cemaweriyê rant xwariye û navê rantê kirine xizmeta cemaweriyê. Karaçorlu, destnîşan kir ku Şaredar di 13 salan de li ser navê xizmeta mirovahî û xwezayê projeyên rantê pêş xistiye û xweza talan kiriye. Karaçorlu, da zanîn ku li gelek herêman xweza hatiye talankirin û wêrankirin û xizmet nekiriye.