Li Edeneyê 13 HDP'î hatin binçavkirin

EDENE - Li Edeneyê operasyona îro hat kirin de 13 kesên ku li nûnertiyên HDP'ê de dixebitin hatin binçavkirin.

Li taxên Firat, Gulbahçe û Daglioglu yên navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan serê sibehê bi awayeke hemwext bi ser malan de girtin. Piştî serdegirtinan li malan lêgerîn hatin kirin û 13 kesên ku li nûnertiyên taxan dixebitin hatin binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin piştî ku li Saziya Tiba Edlî ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin birin emniyeta bajar.

Ji kesên hatin binçavkirin navê Mîkaîl Somer û Fesîh Çakir hatin hînbûn.