‘Kes nikarê pariyê di gewriya gel de mohr bike’

ÎZMÎR - Hevserokê Komelaya Rojava Mustafa Ocaklik bi gotina “kes nikarê pariyê di gewriya gel de mohr bike” li hemberî girtina komeleyê nerazîbûn nîşan da.

Nerazîbûnên li hemberî girtina bi sedan komeleyên ku bi biryara Wezareta Karên Hundir ve di çarçoveya Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin didome. Hevserokê Komelaya Rojava Mustafa Ocaklik dest nîşan kir ku bi biryarên nehiqûqî ew xebatên xwe ranawestînin. Ocaklik diyar kir ku dewlet dixwaze pariyê di gewriya gel de mohr bike û anî ziman ku ne gel vê biryarê nas dike ne ji ew nas dikin.

‘BI ŞOREŞA ROJAVA DEST PÊ KIR’

Ocaklik bal kişand ser avakirina komeleyê û da zanin ku wan di şert û mercên pir giran de ev xebat dane despêkirin. Ocaklik got ku komale di dest pê ka şoreşa Rojava de hate avakirin û wiha axivî: “Wê demê me alikari dida koçberên Rojava û Şengalê. Me bi koordinasyonekê dest pê kir. Piştre me biryara komaleyê girt. Ji ber bandora Şoreşa Rojava me navê komeleya alikariyê kir Rojava."

‘NIHA JÎ PIŞTGIRÎ DIDIN KONBAJARAN’

Ocaklik da zanin ku piştgiriya wan ya ji bo êzidiyan hêj berdewam dike û wiha berdewam kir: “Me alikari ji bo hemû bajarên Rojava şandin. Her wiha piştgirî da rojavayiyên hatine Tirkiye jî. Me gelek konbajar ava kirin. Niha ji konbajarên êzdiyan mane. Em hêj piştgirî didan van konbajaran”.

‘ALÎKARÎ DIDIN BAJARÊN HATINE TALANKIRIN’

Ocaklik bi bîr xist ku wan ji bo bajarên Kurdistanê yên di vê sala dawi da hatine xirakirin ji kampanya dane destpêkirin û wiha axivi: “Ev bajar hemû bi saya alikariya komaleyê rabûn ser pyan. Tenê li van bajaran nêzi 100 hezar kes bi awayekî sistematik alikari ji komaleyê distinin. Niha ev mirov wê çi bikin. Ma dibe ku em van mirovan tenê bihêlin."

‘HEMÛ DEVERAN BI REXISTIN KIRÎ NE’

Ocaklik bilêv kir ku komalê di qada navnetewi de hatiye naskirin û wiha got: “Bi milyonan dildarên me hene. Li Ewropayê bi deh hezaran kes alikari didin me. Deh hezaran kes hene ku dema em gazi wan dikin, tên alîkariyan belav dikin. Em li hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi rêxistin kir"u ne. Li elek deveran, şax gelek devaran ji nunertiyê me hene:"

'LI ASTENGIYAN EM XEBITÎN'

Ocaklik destnîşan kir ku êrîş û astengiyên dewletê herdem berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema xebatan de polis me asteng dikin. Gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Dewletê gelek caran dest dani ser TIR’ên me yên alikariyê. Lê disa em nerawestan. Xebata me bi saya gelê me berdewam kir. Lewma mohr ji nikarê pêşiya me bigrê. Em ê bixebitin."

‘BILA SUÇÊ ME BI AWAYEKÎ ŞENBER BIBÊJİN’

Ocaklik ani ziman ku xebata alikariyê mafê hemû kesan e û nirxandina “kes nikarê nanê gewriya gel muhur bike. Bi mufetişan hatin kontrol kirin. Yek kêmasi neditin. Gel suçê me hebê bila dadgeh bi awayekî şenber bibêje. Kes vê rewşê qebûl nake. Çi zagon nikare alikariyê bide rawestandin. Milyonan mirovên alikari dikin û alikari digirin dizanin ku ev bê dadiyê."

‘EM Ê BIRYARÊ BIGIRIN'

Ocaklik destnişan kir ku ew ê herdem li ser piyan bin û wiha got: “Em niha bajar bi bajar civinan li dar dixin. Em ê pêşniyariyên hemû nûneti û şaxên xwe bigirin. Em ê pişti van civinan biryara şêwaza xebata xwe bidin û belavkariya alikariyê berdewam bikin."

Ocaklik her dawi bal kişand ser rewşa Şirnexê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemu kes dikarê alikariyên xwe radestî saziyên kurdewar bike. Em ê ji wir bitsinin. Kesên dixwazin bi riya telefonê ji dikarin xwe bighinin me."