HEWRAMAN - Li navçeyên Text û Çaldêranê yên Hewramana sê welatiyên kurd ên di bin aşûtê de man jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên Ajansên Nûçeyan yên Rojhilat hat diyarkirin ku ji ber aşûtê neçîrvanek û du karkeran jiyana xwe ji dest dane. Li rêya di navber Dizla Derekî ya navçeya Text a Hewramanê li rêya Helemûtî (Jalane) li cihê bi navê Kerbenaw ji ber aşûtê 2 karkerên ceyranê, jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku karkerên jiyana xwe ji dest dane Peyam Mihemedî yê 23 salî û Darbûş Şakir yê 26 salî yên ji gunde Çeşmîrinê ne. Piştî bûyerê welatî û tîmên rizgarkirine çûn cihê bûyerê û cenazeyên herdu karkeran ji bin berfê derxistin û rakirin nexweşxaneya Buelî ya Merîwanê. Rayedarên Rewşa hewayê dan zanîn ku li herêmê metre û nîv berf bariye û ji ber barîna berfa zêde, baxçeyên behîv, gwîz û tirî yên gundan zererek mezin dîtine.
Li navçeya Çaldêran ya Urmiyê jî nêçîrvan Nasir ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest daye. Serê sibehê hêzên rizgarkirinê cenazeyê wî ji bin berfê derxistine.
Nasir ê xelkê gundê Çexor a navçeya Çaldêranê ye, duh derketibû nêçîrê û piştî 24 saetan cenazeyê wî hat dîtin.
Di 29’ê Çileya 2017’an jî komek bazirganên kurd li nêzî navçeya Bêwarana Seriya Serê ya bajarê Serdeştê, di bin aşûdê de man. Di bûyerê de 4 bazirgan di bin berfê de jiyana xwe ji dest dan. Hej aqûbeta 2 bazirganan jî ne diyar e.