RIHA - Hevşaredarê Hewagê Zeynel Taş bertek nîşanî qeyuma fîllî ya ser şaredariya Hewagê da û got: “Qeyuma fîllî bingeh ji bo qeyumê ava kir. Hinceta ku şaredariya me ji me bigirin tune bû, lê bi qeyûma fillî ji destê me girtin û piştre qeyûm tayîn kirin. Emê li hemberî siyaseta çewisandinê têbikoşin.”
Piştî 15’ê tîrmehê hikumetê bi fîllî qeyum avêt şaredariya Hewaga Rihayê. Di 18’ê îlonê de hikumetê bi polîs û kuçikan avêt ser şaredariya Hewagê. Hevşaredarê Hewagê Zeynel Taş qeyuma fîllî û serdegirtina şaredariyê nirxand. Hevşaredar Taş, diyar kir ku ew bi îradeya gel bûne şaredar û wiha got: “Beriya me jî bi salan du malbatanên xwedî eşîr şaredarî dewrî hev dikir. Piştî me şaredarî girt du şaredariyên beldeyan jî bi me ve hatin girêdan. Şaredariya me û herdû beldeyên bi me ve hatîn girêdan yên AKP’ê bûn. Bi giştî 13 tirilyon deyn li ser şaredariyê bû. Salek temamî me nekarî ji ber deyanan pereyên personelan bidin. Lê di salekî de me şaredarî komî ser hev kir. Cihên çandê, xebatên jinan, şînê, park, rê û gelek xebatên civakî çêkir.”
‘XIZMETÊN ME HINEK ACIZ KİRİN’
Taş da zanîn ku tu tiştên ji gel veşartî nedihatin kirin û wan her sê meh carek di ekranek mezin de xercên şaredariyê bi gel re parvedikir. Taş destnîşan kir ku karên wan ji bo gel kirîn hinek kes acizkirin.
‘HÊRSA SERKEFTİNA ROJAVA Jİ ME DERDİXİN’
Taş diyar kir ku bi 15’ê tîrmehê re OHAL hat û hinekan êxbar kirine ku wan personelên endamen rêxistinê girtine kar û wiha pêde çû. “Hemû xebatkarên me fermî bûn. Bi derewan ev kirin. Bi vî awayî qeyumek fîllî danîn ser şaredariyê. Qeyumê xebatên me rawestandin.” Taş bertek nîşanî qeyuma fîllî da û wiha got: “Ev siyasetek bi Rojhilata Navîn û Rojava ve girêdayî bû. Hêrsa serkeftina Rojava bi me re derxistin. Bi rojan lêkolîn kirin bila belgeyekî derxin holê. Dixwazin me û gel bînin beramberî hev. Bi xwe jî nizanin çi dikin.”
‘BI KUÇIKAN KETIN ŞAREDARIYÊ’
Taş da zanîn ku roja înê polîsan telefonî wî kirine û wiha axivî: “Bi hinceta ku dibe bombe di şeredariyê de be polîs bi kuçikan ketin hindir. Komusyonek avakirine ji bo lêkolîna karê piştî 15’ê tîrmehê bike. Hemû arşîvên me girtin. Gotin ‘emê roja sêşemê werin’.”
‘EM JI VIR NAÇIN TU DERAN’
Taş anî ziman ku qeyuma fîllî bingeh ji bo qeyumê avakirin bû û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tu hincet nebûn ku şaredariya me pê bigirin herî dawî karê ku di qayuma fillî de astengkirine kirin hincet. Ev welatê me ye û em nahêlin û naçin. Emê li hemberî siyaseta çewisandinê têbikoşin. Zilm tu car bi ser neketiye.”