AMED - KCD, HDK, TJA, DBP û HDP yên ku di referandûmê de biryara "Na" girtin bi slogana "E bi ruhê Newrozê di demokrasiyê de li ber xwe bidin. Bi 'Na' ve dîktatoriyê rê bibêjin raweste" ve starta xebatên referandumê dan. Di deklerasyona ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek xwend de wiha hat gotin: " Em ê desturê nedin qanûna bingehîn a ku ji bo tu pirsgirêkên me çareseriyê nayne, di nav de çareseriya pirsgirêka kurd tuneye, maf û azadiyên me yên civakî di nava xwe de nahewîne. bi awayekî xurt em ê bibêjin Na."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo helwesta xwe ya li hemberî referanduma qanûna bingehîn aşkera bikin li Amedê civiyan. Civîn li Salona Konferansê ya Rêxistina DBP'ê ya Amedê hate lidarxistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaogullari, serokwekîlên koma HDP'ê, hevşaredarên DBP'î, Wekîla Serokê Meclîsê Pervîn Buldan ê gelek siyasetmedar beşdarî civînê bûn. Civînê bi rêz girtinê ve dest pê kir. Piştre deklerasyon hat xwendin.
Deklerasyona hevpar Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wiha ye:
"Em serdema herî krîtîk a dîroka Tirkiye dijîn. Di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, pirsgirêka civakî, aborî, pirsgirêka rêveberiya Tirkiye û demokrasiyê em di nava pêvajoya ku peşeroja Tirkiye tê diyarkirin de ne. Pêvajoya referanduma Qanûna Bingehîn, beriya wê û piştî wê dê pêşeroja hemû gelan diyar bike. Pirsgirêka kurd îro di nava êşek mezin de berdewam dike. Çavkaniya hemû pirsgirêka elewî, pirsgireka hemû nasnameyên civakên din, baweriyên din, azadiya jinê, pirsgirêkên ked û ekolojiyê; politikayên şaş ên ji destpêka damezirandina Komara Tirkiye heta niha ne. Sedema wan polîtikayên darbe, rewşên OHAL'ê ne. Sedema wan Qanûna bingehin a li ser yek hişmendiyê hatiye avakirin e. Ji ber ku demokrasî, ked, asadî tune û hemû beşên civakê di nava xwe de nabîne pirsgirêkan derdixe.
Ji xeynî Qanûna Bingehîn a 1921'an, ji sala 1924’an heta niha hemû Qanûnên Bingehîn ên hatin avakirin, di serî de gelê kurd hemû gelên Tirkiye, baweri û nasnameyên Tirkiye inkar kir. Li ser înkara nasname, bawerî û rengên din hatin avakirin. Li gel ku li vî welatî gelek baweri, nasname, çand, nijad û çandên cuda hene jî li ser yek bawerî, yek nasname, yek çand û yek rengî hatiye sazkirin. Hemû reng û ruyên cuda di nava vê qanûna bingehîn a yekperestiyê diparêze de hatiye hilandin. Wekî gelê kurd hemû nasnameyên nijad û baweriyên din jî xwe di nava vê qanûnê de nedîtine. Li ser vê hişmendiyê polîtîkayên li ser înkar û îmhaya gelê kurd û nasnameyên din pêş ketine. Ji ber van polîtîkayên înkar û imhayê îsyan pêş ketine. Ji ber van polîtîkayen înkare pirsgirêkên demokrasî, aborî, aştî, ewlehî û azadiyê derketine pêş.
Li aliyê din ev Qanûnên Bingehîn ên peymanên civakê ne, divê hemû nirxên civakê di nava xwe de biparêze û mafê wan pêş bixe, Di avakirina van peyman û qanûnan de divê nerîn û vîna hemû mawerî, çand, nasname û nirxan dête hebe. Lê tê dîtin ku qanûnên bingehîn ên hatine avakirin ji hemû nirxên civakê dûr in. Tenê li ser berjewendiyên hin kesan hatiye avakirin. Qanûna bingehîn a sala 1924'an diserdema 1'emîn şerê Cîhanê de ji aliyê yek partiyê ve hat avakirin. Destûra sala 1961'an û 1982'an ji aliyê rêveberiya cunta ve hatiye amadekirin. Beşên civakê tev li vê pêvajoyê nehatiye kirin. Gele kurd ji kok ve li dervê vêpêvajoyê hatiye hiştin û nafê wî di vê destûrê de negirtiye. Destûrên hatine avakirin ji hemû nirxên azadiya civakê dûr in.
Dema em îro lê dinerin em dîbînin ku vê carê pirsgirêka kurd tê înkarkirin. Dixwazin têkoşîna tevgera gelê kurd û siyaseta demokratîk di bin zextan de bi pelçiqînin. Di serî de hevserokên HDP, DBP'ê, parlamenter û rêveberên kurd, Hevşaredarên kurd, endamên meclîsê bi hezaran endamên wan, nûnerên saziyên demokratîk û civakî, rêveberên sendikayê xebatkarên çapemeniyê digirin. Şaredariyên gel desteser dikin. Hemû televizyon, radyo, rojname û medya kurd a muxalif digirin û OHAL'ê îlan dikin û hemû beşên muxalif li derve dihêlin û dixwazin destûrê ji nûve li gorî xwe ava bikin. Dixwazin pêyî mafê kurd, kedkar, karker, jin, bawerî û çandan destûrê ava bikin.
Berî her tiştî em dixwazin bêjin: Em gelê kurd û nasnameyên hemû gelên din, baweriyên hemû beşên civakên din, dibin yek. Civaka sivîl û hêzên siyasî li dijî vê komkujiya siyasî em dê têkoşîna maf û azadiyê gelan û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.
Gelê me di dirokê de her dem rastî polîtikayên înkar, bişaftin, talan, wêran û komkujiyan hatin. Gelê me di salên 90’î de bi pêvajoya HEP, DEP'ê dest pê kir û ev pêvajoya demokrasiyê pêş xist û heta îro anî. Em jî vê pêvajoyê dewir digirin û li gorî mîrateya dîrokî em dê têkoşîna seyaseta demokratîk pêş bixin. Ji salên 90'an li dijî êrîşên hikûmetan ên li gorî şer tevdigerin, girtinan, girtinên partiyan, koçberkirinan çawa li ser piyan man û di siyaseta demokratîk de israr hat kirin, têkoşîn hat berdewam kir îro jî em ê bi berxwedanê li ser piyan bimînin û têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bidomînin. Ji ber ku em bawer dikin ku pirsgirêk dê bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin. Em dizanin ku bendewariyên gelê me jî wisa ye.
Em ê jî di çarçoveya bendewariyên gelê me de planên têkbirinê, polîtîkayên tasfiyekirina siyaseta me bi berxwedanê pêç bikin, bi hevre bin bi polîtîkayên rast ve pêşiya polîtîka tasfiyekirinê bigirin ji bo maf, azadî, aştî, demokrasiyê destkeftiyên mezin bi dest bixin û teqez pêşerojê ava bikin. Em dizanin ku tu gumana gelê me ji vê yekê tuneye. Ji ber ku çavkaniya têkoşîna me bixwe gelê me ye.
Têkoşîna ku çavkaniya wî gel e tu caran têk naçe. Tu gumana me jî ji vê tuneye. Vî rastiyê hêzên ku dixwazin îro partiyên me yên siyasî, saziyên me yên demokratîk tasfiye bikin ji holê rakin jî baş dizanin. Baş dizanin ku bi vî rengî nikarin têkoşîna gel biqedînin. Ji ber ku dîrok bi mînakên vê yekê tijî ye. Dozekî mafdar tu caran têk naçe û dê dawiya dawî bi ser keve.
Em wekî sazî û dezgehên siyasî têkoşîna xwe ya demokrasiyê xurtir bikin û ji bo ku helwesta xwe ya di dema referandumê deklere bikin hatine cem hev.
Li Komara Tirkiyeyê destpêka çareseriya pirsgirêkên civakî yên ku 90 sal in kom bûne Qanûna Bingehîn a Demokratîk e.
Qanûna Bingehîn a ku sîstemekî bawerî, mafên jin û beşên civakê esas digire dikare pirsgirêkên me yên civakî çareser bike, aştiya me ya civakî pêk bîne û bibe qanûna bingehîn a civakî xurt dike.
Lê di rewşa heyî de guhertina qanûna bingehîn a ku bi hevkariya AKP-MHP'ê bi gelek bêusuliyan ji Maclîsê hat derbaskirin pirsgirêka kurd jî di nav de tu pirsgirêkên civakî û siyasî û rêveberiyê çareser nake, ev qapasîteya wî jî tuneye.
Ev qanûna bingehîn beriya her tiştî qanûna AKP-MHP’ê ye. Ne qanûna bingîn a ku hemû aliyên siyasî beşdar bûye,ji ber wê qanûnek netewperest, yekane, nijatperest, zayenperest û navendî ye. Di nava vê qanûnê de mafê gelê kurd û tirk tune ye. Mafê gelê elewî û nasnameyên din, azadî û daxwazên wan tune ne. Di vê qanûna bingehîn de jin, kedkar û demokrasi tune ye. Ev qanûna bingehîn ka navê serokomar lê hatiye kirin pergala yekbûyîna hikûmetê ye û terîfekirina şêweyî raye û hilbijartinê ye.
Habûkî qanûna bingehîn a ku gelê me dixwaze ne ev qanûna bingehîne. Ne qanûna ku dê rayeyên serokomariyê nîşan bi de ye. Ma 90 sale pirsgirêka kurdan, tirkan, elewiyan, suniyan, karkeran, kedkaran, ku di nava şer, pevçûn, qetlîamên jinan û rageşiyan de nîqaşkirina rayeyên serokomariyê ye? Wekî ku pirsgirêk tenê eve qanûna ku xwe dispêre dahatûya partî û kesayetiyê tê pêşkêşkirin. Li aliyê din pirsgirêkên ku dê bi hêza dibe navendî, raye dikevin destê kesekê, dîktatoriya ku dikeve deste serokomar bên, dê pirsgirêkên niha tên jiyîn kûrtir bike. Îmkana rawestandina van hemûyan û ji nüve qanûnek demokratîk ku gelê me dixwaze bê amadekirin heye. Ji ber wê divê me di referandumê de dengê ‘NA’ bikarbînin û xwedî li encama ‘NA’ derbikevin.
Di referandumê de derketina denge ‘NA’ ji bo her kesî û civakê de bi feyde be. Bi vê re dê qanûna bingehîn a navendî, dewletî, zayendî, netewperestî ku bi hevkariya AKP-MHP’ê bê astengkirin. Bi vê re dê ji bo hemû nasname û baweriyan şensê me yê ku em bikarin qanûnek bingehîn a demokratîk ava bikin derkeve holê. Ger di referandumê de denge ‘NA’ derbikeve, dê îtîfaka AKP-MHP bê ruxandin û dê îmkanê ku em vegerin pêvajoya di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk. Berovajî vê qanûna bingehîn a hevkariya AKP-MHP’ê dê encamên înkar, tasfiye û konsepta şer a di meriyete de ye berdewam bike. Ji ber vê kesên ku aştî û çareseriyê dixwazin, dixwazin vegerin pêvajoya çareseriyê divê di referandumê de bêjin ‘NA’.
Piştî ku ev qanûna bingehîn di referandumê de hati rawestandin divê vegerin maseya muzakere û çareseriyê. Xebat û siyaseta me dê ji bo vê be. Di vê mijarê de birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de got ‘Ez hêjî li ser maseya muzakereyê me, ji bo çareseriyê projeyên min hene’ hemû civak nêrînên birêz Ocalan ên ji bo çareserî û demokratîkbûna qanûna bingehîn dizanin. Îmkanên ku hene tên nirxandin beriya ku bêjin dê rayeyên serokomar ji pê bên, divê pirsgirêkên ku her roj can digire, agir dixe nava malbatan, koçberiyê, drama mirovan û krîza aboriyê bên çareserkirin û ewlehiyên qanûna bingehîn bên avakirin.
Lê wekî tê dîtin, AKP di civakê de destpêkê xwe dihizire, ligel hemû êşên hatine jiyîn jî ji 7’ê Hezîrana 2016’an het niha politikaya şer dide meşandin, ji bo hebûna xwe bidomîne ligel êşên civakê jî dest bi çêkirina qanûna bingehîn a wiha kiriye. AKP ji ber vê bi MHP’ê re ket nava îtîfaqek faşist û netewperest û carekdin vegeriya dîroka xwe ya înkar û pirsgirêka kurd înkar kir. Di nava welat û dervede polîtîkaya dijberiya kurdan daye meşandin, ev du sale li ser Ocalan tecrîdê dide meşandin, dest daniye ser destkeftiyên me û zext û pêkûtî li ser gelê me dane meşandin. Ji ber vê dê gelê me ji vê pêşveçûnê re bêje RAWESTE û dê di referandumê de ji qanûna bingehîn re bêje ‘NA’.
Em carekdin dibêjin; emê li dijî operasyonên qirkirina siyasî, girtin û zextan li berxwe bidin, serî netewînin û em ê têkoşîna xwa demokratîk bilintir bikin. Em ê destûr nedin qanûna bingehîn a ku tu pirsgirêkan çareser nake, di nava de çareseriya pirsgirêka kurd tune û azadî û mafê civakê din ava xwe de nahewîne. Em ê bi hêz bêjin ‘NA’.
Bi van hemû rastiyan em bibawerin ku gelê me, wekî 7’ê Hezîranê dê bi ruhê Newrozê tevlî xebatên referandumê bibin, dê biçin ser sindoqan û ji bo aştî, çareserî, demokrasi û azadiyê rolê xwe yê dirokî bilîzin. Ji ber ê dizane ku dê qanûna bingehîn çawa be û ne çawa be yên ku tekoşînê dimeşînin yanî emin. Ji ber vê wekî di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, dê xwe koordine bike, dê bi ruhê Mehmet Tunç, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr xebatên xwe birêvebibin.
Divê em ji bo daxwaza xwe ku ji bo qanûnek bingehîn a demokratîk ku di nav de mafê gelê kurd, nasnameyên din, azadî û demeokrasî heye, bi hêz nîşan bidin."