EDENE - Belavkarê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK’ê hatin girtin Hakan Ergun ku cara yekemîn derket pêşberî dadgehê ne hat berdan.
Belavkarê Belavkarê rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK’ê hatin girtin Hakan Ergun 10’ê Tebaxê di operasyona serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, doza 13 kesên ku 8 jê girtîne û Ergun jî di nav de ye li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. 13 kesên ku bi sûcdariyên “endamên rêxistinê ne”, “propaganadaya rêxistinê kirine”, “sûckirine û tehrîk kirine” û “pesnê sûc û sûcdar dane” tên darizandin, malbat û parêzerên wan tevlî rûniştina dozê bûn.
Piştî tesbîta nasnameyan Ergun di rûniştinê de parastina xwe bi kurdî kir, diyar kir ku ew rojnamegere, li taxê rojnameyan belav dike, tevlî çalakiyê ne bûye û daxwaza berdana xwe kir. Kesên din ên ku parastina xwe kirin sûcdariyên li ser xwe redkirin û daxwaza berdana xwe kirin.
Heyeta dadgehê biryara berdana 7 kesan da û rojnameger Ergun tehliye nekir.
Doz taqolî 28’ê Adarê hat kirin.