TMSF'ê tiştên Enstituya Kurdî desteser kir

STENBOL - TMSF'ê tiştên Enstituya Kurdî ya Stenbolê ya bi KHK'ê ve hate girtin desteser kir.

Tiştên Enstituya Kurdî ya Stenbolê ya ku ji aliyê Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdurrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Çemşîd Bender, Suleyman Înanoglu û Yaşar Kava ve di 18'ê Nîsana 1992'yan de ji pêşxistina ziman, çand û wêjeya kurdî hate avakirin ji aliyê Fona Sîgorte Mewduata Tesarufê (TMSF) ve hatin desteserkirin.

Rayedarên TMSF'ê yên hatin saziyê tiştên li hundir hejmart piştre jî desteser kirin.