AMED - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgên ê der barê wî de biryara girtinê hatibû derxistin anîn dozgeriyê.
Berdevkê HDP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ê li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Amedê dar berê wî de biryara girtinê hat derxistin anîn Edliyeya Amedê. Hate hînbûn ku Bîlgen li edliyeyê tê rawestandin û dê îfade bide Dadgeriya Cezaya Sulhê.
Bîlgen di 29'ê çileyê de li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê hatibû binçavkirin û anîbûn Amedê. Piştî îfadeyê Bîlgen ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar ve bi şerta kontrola edlî û qedexeya derketine derveyî welat hatibê berdan. Bîlgen jî di çarçoveya lêpirsîna ku li ser biryara bûyerên Kobanê ya 6-8'ê cotmeha 2014'an a MYK HDP'ê de bi "endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş duh hatibû binçavkirin û girtin.