Berdevkê HDP'ê Bîlgen niha hat girtin

AMED - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê li ser îtiraza dozgeriyê der barê wî de biryara girtinê hatibû derxistin, hîn li edliyeyê karên îfadedayîna wî didomiyan nûçeyên wek "hate girtin" der barê wî de hatin belavkirin. Bîlgen ê niha hat girtin, hat zanîn ku hinceta girtina wî civîna MYK'yê ya beşdarî wê nebûye hat nîşan dan.

Parlementerê HDP'ê yê û Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen ê li ser îtiraza dozgeriyê der barê wî de biryara girtinê hat derxistin, tevî parlementerên HDP'î hat Edliyeya Amedê. Bîlgen ê dawiya hefteyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de tevî Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş hatibû binçavkirin û bi şertê venêrîna edlî serbest hatibû berdan, lê piştî biryara girtinê hat dayîn çû Dadweriya Cezayê Sulhê.

Piştî karên li dadweriyê, biryara girtinê ji Bilgen re hat xwendin û ji bo wî bişînin girtîgehê ji edliyeyê ew derxistin.

DI CIVÎNA MYK'YÊ DE CIH NEGIRTIYE

Hat zanîn ku, Bilgen têkildarî biryara bûyerên 6-7'ê Cotmehê yên Kobaniyê ya ji aliyê Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP'ê (MYK) hatiye wergirtin û ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî vam bûyeran bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Lê belê, Bîlgen di lêpirsîna xwe ya li dadweriyê de dest nîşan kir ku ew beşdarî civîna MYK'yê nebûye. Bîlgen di îfadeya xwe de wiha got: "Di dîroka ku behsa wê tê kirin, civîna MYK'yê di saetên êvarî de hatibû çêkirin. Lê belê tweetên di dosyeyê de cih digirin û ji aliyê min ve hatine nivîsandin saet di navbera 10.51-11.00'an de bûne. Di van saetan de tu civîneke MYK'yê çênebûye. Ez beşdarî civîna wê rojê nebûme, bernameyeke min a televîzyonê hebû û ez beşdarî wê bûm. Ji ber vê yekê, li bin biryareke wisa îmzeya min jî tune ye. A rast biryareke MYK'yê ya bi vî rengî tune ye. Heke biryareke wisa hebûna, li gor diviyiyeke rûtin dê birayarên MYK'yê berpêşî me bihatanan kirin û dê di bin de îmzeya me hebûna. Wê rojê tiştekî wisa çênebûye."

Parêzerên Bilgen jî diyar kirin ku ji ber tweetên bi vî rengî girtina muwekîlên wan ne rast e. Parêzeran diyar kir ku, muwekîlê wan bi lingê xwe hatiye edliyeyê, gumana reva wî tune ye û gotin, Dozgerê Komarê nikare îtirazî biryara venêrîna edlî bike.