AGIRÎ - Li Bazîdê, li dijî Girtîgeha Tîpa A2'yan êrîşeke bombeyî pêk hat.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, saet li texma 19.30'yî li dijî Girtîgeha Tîpa A2'yan a Bazîdê ya li ser Kolana 1'yemîn a Îdirê ye, bi teqemeniya EYP êrîşek pêk hat. Bi wesayîteke ku ji aliyê kes an jî eksên nediyar ve êrîş pêk hat. Di êrîşê de birîndar û mirî tun ne, lê camên avahiyên li hawirdorê xesar dîtin.
Kesên êrîş pêk anîn ji cihê bûyerê reviyan û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.