Zarok tevî dayika xwe ji mal hat qewirandin, lê îstismarkar nehat binçavkirin jî

MÊRSÎN - Li Mêrsînê, zaroka 5 salî rastî îstismara kalikê xwe hatibû. Dayika wê Ş.S. ji ber giliya kalikê wê kir ji malê hat qewirandin. Ş.S. a tevî zarokên xwe li stargehê bi cih bû, ji ber gefxwarinên hevjînê xwe ji neçarî ev der jî terikand. Lê kiryar M.S. nehat binçavkirin jî.

Li navçeya Mût a Mêrsînê, di Îlona 2016'an de dayika E.S. ya 5 salî dema jê re got "em diçin mala kalikê te", E.S. giriya bû û nexwestibû biçin. Piştî vê derket holê ku E.S. (5) rastî îstismara kalikê xw ehatiye. Piştî zarok got, "Kalikê min tiştên xerab dike" dayika wê Ş.S. tevî hevjînê xwe O.S. giliyê M.S. kirin. O.S. ê paşê ji giliya xwe vegeriya, ji bo hevjîna wî Ş.S. jî dev ji giliya xwe berde serî li riyên şidetê da.

JI MALÊ HAT QEWIRANDIN

Ş.S., ji ber dev ji giliya xwe berneda ji aliyê hevjînê xwe ve tevî 3 zarokên xwe ji malê hat qewirandin. Ş.S. ya li tekane stargeha li bajêr hêwirî, piştî demekê li vir jî rastî gef û tacizên hevjînê xwe hat. Ş.S. ya taliyê ji neçarî dev ji mala penhaiyê jî berda, niha bi alîkariya xizmên xwe debara xwe dike.

DU DOZGER GUHERÎN, LÊ DOSYE TUNE YE

Ji parêzerên Navenda Şopandina Mafên Jinan ên Baroya Mêrsînê Şerife Arici Yildiz, got ji ber rastî dema hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hatiye, 5 meh e îdianame nehatiye amadekirin. Yildiz, ragihand ku di ser bûyerê re du dozger guherîne û ji ber dîmenek jî hatiye deşîfrekirin radestî muduriyeta polîsan hatiye kirin.

BERÎ DOZ BÊ VEKIRIN NAVÊ KIRYAR DI BÛYEREKE ÎSTISMARÊ YA DIN DE JÎ DERKET HOLÊ

Parêzer Yildiz, wan ji bo lez û beza dosyeyê bi dozger re hevdîtin çêkiriye û dest nîşan kir ku, tê îdiakirin ku M.S. ji heman malbatê zarokeke keç a din jî îstismar kiriye. Yildiz, dest nîşan kir ku dayik rastî gefxwarinan tê û got, ew ê şopdarê dozê bin.