Hunermendan banga 'Na'yê kir

STENBOL - Hunermend Metin Kahraman û Suavi, lîstikvan Deniz Turkali, Levent Uzumcu û helbestvan Ahmet Tellî, ji bo refernadûmê banga "Na"yê li her kesî kirin.

Li dijî pêvajoya refernadûmê ya ji bo pêşniyara guherandina Qanûna Bingehîn hat destpêkirin, eniya "Na"yê her diçe xurtir dibe. Hunermend Metin Kahraman û Suavi, lîtikvan Deniz Turkali û Levent Uzumcu û helbestkar Ahmet Telli têkildarî referandûmê axivîn.

KAHRAMAN: DÊ DENGDAYÎN JI BO FAŞÎZMÊ ERÊ YAN NA BÊ KIRIN

Metin Kahraman ê bi gotina "Helbet Na" dest bi axaftina xwe kir wiha got: "Dê ji bo faşîzmeke evqas berbiçav dengdayîna 'erê' yan jî 'na' bê kirin. Dê dengdayîna erê ya ji bo dîktatoriyê bê kirin. Divê gelên Tirkiyeyê baş bifikirin û li gor wê tevbigerin. Em li aliyê 'Na'yê ne. Ji bo 'Na' derkeve jî em ê hewl bidin û bixebitin." Kahraman ê bang li hemû derdorên demokrat, muxalif, laîk kir wiha diyar kir: "Tenê dema em werin gel hev em ê biakribin Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin an jî biparêzin. Ji ber vê ji bo hatina gel hev û ji bo hewldanê bang li her kesî dikim."

TURKALÎ: BILA BI WIJDANÊ XWE BIFIKIRIN

Lîstikvan Deniz Turkali jî wiha axivî: "Wisa difikirim divê tenê 'Na' bê gotin, tiştên din niha ne muhîm in. Ne bang, lê dema tercîhên xwe kirin dixwazim mirov herî zêde bi wijdanên xwe bifikirin."

SUAVÎ: NA

Hunermend Suavî jî diyar kir ku ew ê bibêje "Na" û wiha got: "Divê mirov nêrînên siyasî deyne hêlekê û li Tirkiyeyê bifikire."

UZUMCU: DEMA EM WINDA BIKIN EM Ê QÎMETÊ WÊ BIZANIBIN

Lîtikvan Levent Uzumcu jî wiha axivî: "Li vî welatî mirov her tiştî wek sûcê Komarê dibînin. Halbûkî çavkaniya pirsgirêkên vî welatî ne Komar, ne jî pergala parlementeriyê ye. Çavkaniya bingehîn a pirgirêkên bingehîn ew e ku perwerdehiya nav malbatî û ya dibistanê bi temambî perçebûyî ye. Me lis er bingehên baş welatek ava nekir. Em hemû berpirsiyarê vê ne. Li vî welatî hemû nîjad, ziman, mezheb berpirsiyarê vê ne. Bila tu kes xwe ji vê xalî neke. Ji ber vê ye ku pirsgirêka bingehîn a vî welatî ne Komar e. Lê mirov hemû bilêtê li Komarê dibirin. Dema em wê winda bikin em ê wê çaxê qîmeta wê bizanibin. Hêvîdarim em wê winda nekin."

Uzumce bang li her kesî kir û wiha got: "Ez bang li her kesî dikim, heke dixwazin pêşerojeke ronahiyî ji zarokên xwe re bihêlin divê bibêjin 'Na'. Tiştekî wisa çawa çêdibe, kîjan referandûm, referandûma çi? Îjar guherandina Qanûna Bingehîn. Ev ne guherandina Qanûna Bingehîn e, ev xurtkirina mertalê zilamekî ye. Tiştekî wis açawa çêdibe. Ez vê rast nabînim."

TELLÎ: GOTINA 'NA' REWŞEKE ÎNSANÎ YE

Helbestvan Ahmet Telli wiha got: "Dengek me heye, ew jî 'Na' ye. Di wê baweriyê de me kesekî/e hindik be jî bifikire dê bibêje 'Na'. Li gor min gotina 'Na'yê rewşeke însanî ye."