AMED - Li navçeya Sûrê ya rûxandina avahiyan lê didome, teblîxatên ji bo rûxandina malên saxlem jî hatin şandin. Sultan Aktar a 40 sal in li navçeyê dijî anî ziman ku, ew ê destûrê nedin ku malên wan birûxînin û wiha got: "16 sal berê li vê malê min hevjînê xwe winda kir, min zarokên xwe li vê taxê anî dinê û mezin kir. Zarokên wan jî li vir mezin bûn. Min li vê malê du zarokên xwe winda kirin. Di jiyana min de şopên zaf mezin ên vê taxê û vê malê hene."
Li Sûra Amedê ya "qedexeya derketina derve" ya li cîhanê herî domdirêj lê dewam kir, ji sedî 82'yê wê hatiye îstîmlaqkirin û ji bo îstîmlaqkirina malên saxlem ên ji 25'ê Adara 2016'an ve nehtaibûn îstîmlaqkirin jî teblîxatên rûxandinê hatin şandin. Ji ber pevçûn û dorpêçkirinê nêzî 40 hezar mirov ji navçeyê koç kiribû. Li 6 taxên navçeyê hîn jî rûxandin didome. Yên mayî jî li dijî rûxandina avahiyên xwe bi bertek in. Ji niştecihên navçeyê, Sultan Aktar a 40 sal e li navçeyê ye wiha got: "Ez ê destûrê nedim malê, taxê birûxînin. Dê cîranên me jî detsûrê nedin. Bila kesên çav berdana malên me vê baş bizanibin."
‘HEMÛ TIŞT LI VIR IN'
Sultan Aktar a bi eslê xwe ji Bismilê ye, lê 40 sal e li Sûrê dijî, dema me wêne dikişandin xwe bi dîwarên malên dîrokî girt û ber bi me ve hat. Dema hat cem me raste rast wiha pirsî: "Ma dê malên me xera bikin?" Pirsê ji me dike, lê bersiva pirsê bi çîroka jiyana xwe dide. Dayika Sultan dema 15 salî bûye zewiciye û li Sûrê bi cih bûye. 5 zarokên xwe li mala xwe ya du qatî ku deriyê wê vedike û me vedixwînê aniye dinê. Em pirsa "Tu tenê li vê malê jiyayî?" jê dikin. Pêşî çavên xwe li malê digerîne û paşê dibersivîne. Dayika Sultan wiha diaxive: "15 salî bûm zewicîm û hatim vir. Hîn jî li vir im. Hemû ciwaniya min, bîranînên min, yanî her tişt li vir derbas bûn. 16 sal berê li vê malê min hevjînê xwe winda kir, min zarokên xwe li vê taxê anî dinyayê û mezin kir, zarokên wan jî li vir mezin bûn. Di jiyana min de şopên zaf mezin ên vê taxê û vê malê hene. Min li vê malê gelek êş kişandin. Min li vê malê du zarokên xwe winda kirin; yek kur yek keç. Min şîna wan li vê malê girêda. Min daweta yên din jî li vir kir."
‘JI DÊVLA XERAKIRINA MALÊN ME, ME BIKUJIN ÇÊTIR E'
Dayika Sultan a dibêje nêviyê temenê wê bi karkeriya demsalî re derbas bûye, dibêje niha kesekî ku li malê lê binihêre û debara wê bike nemaye û wiha didomîne: "Dê malên me birûxînin, lê heta ez nemirim nahêlim vê malê birûxînin. Kur û bûka min berasteng in. Ez hem li wan û hem jî li zarokên wan dinihêrim, lê ez pîr bûm êdî nikarim bixebitim. Mala wan ava, em bi alîkariya cîranên xwe debara xwe dikin. Di dest me de tenê ev mal heye, heke wê jî birûxînin em ê çi bikin? Ji dêvla xerakirina malan, me bikujin çêtir e. Dibêjin em ê malên nû bidin we, ez bawer nakim, andin me. Dev ji vê berde, ez ji mala xwe hez dikim, ya nû naxwazim û naxwazim biçim dereke din jî."
‘LI SÛRÊ CÎRANTÎ, DOSTANÎ XWEŞ E'
Dayika Sultan, dibêje wê bi her halî Sûrê dîtiye, lê hêla wê ya herî xweş dostanî û cîrantiya wê ye û wiha didomîne: "Ji berê ve li vir dostanî û cîrantî xweş e. Şer jî ev neguherand. Heke li malakê xwarinek bê çêkirin, teqez li cîranan jî tê belavkirin. Banî û hewşên me li hev dinihêrin, deriyê her kesî ji bo her kesî vekiriye. em heta derengê şevê li kuçeyan rûdinên, lê di demên dawî de ev çênabin."
‘7 MEHÊN DAWÎ LI TAXA ME HEJMARA MIROVÊN BIYANÎ ZÊDE BÛN'
Dayika Sultan wiha domand: "7 mehên dawî li taxa me hejmara kesên biyanî zêde bûn. Em heta dernegê şevê namînin, ditirsin. Firotina tiryakê jî zêde bû. Tiryakê didin zarokên biçûk. Neviyên min û kurê min jî pêgirên tiryakê ne. Derdê min zêde ne, nizam ez ê kîjanî vebêjim. Min çi kir û nekir, min neviyên xwe ji vê illetê dûr nexist. Gotina min a dawî ev e ku, ez ê vê malê vê taxê nedim rûxandin. Dê cîranên me jî destûrê nedin. Bila kesên çav berdana malên me vê baş bizanibin."
‘BEN HAYATIMDA BAŞKA BİR YER BİLMİYORUM’
Xizmên Dayika Sultan, Cemal dikeve navberê. Cemal, dibêje ji ber krîza aborî demeke dirêj e ew betal e û wiha didomîne: "Çend roj berê hatin vir û teblîxat dan. Dibêjin, 'Hûn ê ji vir derkevin.' Dan hemû Elî Paşayê. Gotin, dê ev der bê rûxandin, em nizanin em ê biçin kuderê, çimkî ez li vir çêbûm, mezin bûm û min liv ir çavê xw evekir. Zarokên min li vir çêbûn. Paşeroj, bîranên me hemû li vir in. Ez wekî din tud erî nizanim.
Berê em heta 12'ê şevê li ber deriyan, tevî cîranên xwe me sohbet dikirin. Her kes hevdu nas dike, kes kesî nerihet nedikir. Piştî pevçûnan tirs û rageşiyek xwe da der. Li taxa me mirovên nenas digerin. Di demên dawî de bikaranîn û firotina tiryakê jî zêde bû. Kî difiroşe em nizanin. Gilî kirine, lê polîsan guh nedayê."
‘BILA DEST NEDÊN YÊN ME, EV DIZÎ YE'
Dayika 10 zarokan Birgul Duran a li Taxa Azîzoglû rûdinê jî wiha axivî: "Hevjînê min karkerê înşeatê ye, her tim naxebite. Malek me heye, heke em ji vir jî derkevin em ê biçin kuderê. Di ser êşên me re rantê bi dest dixin. Em vê qebûl nakin. Teblîxatan belav dikin, divêjin em ê malên we birûxînin. Qethiyen destûra rûxandina mala xwe nadim û ez ê heta dawî tevî zarokên xwe li ber xwe bidim."
Duran, got wan wehşeta herî mezin a şer li Sûrê dîtiye û wiha axivî: "Bila êdî şer biqede. Tu fêdeya şer li kesî tune ye, em dixwaizn bi aramî li navçeya xwe bijîn. Em ji tu kesî daxwaze tu tiştî nakin. Tenê bila dest nedin tiştên aîdî me ne, ev dizî ye."
‘DERÛNIYA ZAROKAN XIRAB BÛ'
Şadiye Aktar jî got, ji roja ew zewiciye heta niha li Sûrê dijî û anî ziman ku, wê 3 zarokên xwe li Sûrê aniye dinê. Aktar got, ew zaf ji Sûê hez dikin û dixwaze zarokên xwe li vir mezin bike. Aktar, diyar kir ku ew li qada pevçûn lê zêde bûn dijiyan, paşê ji neçar, wan mala xwe vala kiriye û wiha domand: "Em berê jî li Sûrê rûdiniştin. Şer dest pê kir, bombe teqiyan. Paşê ji ber mala me hat rûxandin, em ji neçarî ji wir derketin. Lê belê, dîsa jî me sûrê neterikand. Em li taxeke wê ya din bi cih bûn. Derûniya zarokan jî xera bû, lê li gel vê jî şikir em li ser piya ne."