Ahmet Turk û hevşaredarê Artukluyê hatin binçavkirin -  

MÊRDÎN- Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak hatin binçavkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku rojên borî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û Hevşaredarên Artukluyê Emîn Irmak hatin binçavkirin.

Polîsan serê sibehê bi ser mala Turk de girtin û li malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê Turk hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê. Bi binçavkirina Ahmet Turk re bi awayekî hemwext polîsan bi ser mala Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak de girtin birin emniyetê.

JI PEYWIR HATIBÛ DURXISTINÛ

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet turk di 17'ê mijdarê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hatibû girtin û li şûna wî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm hatibû tayînkirin.

TURK KIYE ?

Ahmet Turk di 1942'an de li Gundê Qesra Qenco ya Dêrika Mêrdîn ji dayik bûye. Bi salan e di nava siyasa kurd de cih digire û herî dawî bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê. Di nava refên CHP yê de dest bi polîtîkayê dike û di sala 1973'an de dibe parlamenterê CHP yê yê Mêrdînê. Di Cûntaya leşkerî ya 1980'î de tê girtin û di zîndana Amedê de dimîne. Di sala 1987'î de dikeve Sosyal Demokrat Halk Partisi (SHP) û wekî parlamenterê Mêrdînê tê hilbijartin. Saleke şûnde ew û çend parlamenterên Kurd ji vê partiyê ji ber ku li Ewropa tevlî cîvînekê derbarê pirsgirêka Kurd bûne tên avêtin. Ehmed Turk û parlamenterên din ku ji SHP'ê veqetiyan partiyek nû bi navê HEP'ê damezrandin. Di sala 1994'î de bi tevî hin parlamenterên Kurd tê girtin û 22 meh li girtîgehê dimîne. Bi damezrandina DTP yê ve ew dibe yek ji serokên vê partiyê. De sala 2009 hikûmeta Tirkiye ew ji parlamenteriye xist. Di sala 2010'an de li Semsûnê rastî êrîşê hatibû.

TURK HERÎ DAWÎ ÇI GOTİBÛ?

Turk di 17'ê Mijdarê de diyar kir ku yên ji berxwedana Rojava ditirse êrîşê îradeya gel dike û wiha gotibû: "Dixwazin bi plana têkbirinê bi me paşve gav bidin avêtin lê ne di salê 80'an ne jî yên 90'an de me paşve gav neavêtiye. Wê demê bi ser neketin dê îro jî nikarin me biçewisînin."

Turk anîbû ziman ku yên ji berxwedana Rojava ditirse êrîşê îradeya gel dike û wiha axivîbû: "Dixwazin bi plana têkbirinê bi me paşve gav bê avêtin,lê ne di salê 80'ê ne jî yên 90'ande me paşve gav neavêtiye. Di wê demê de nikaribûn dijî îradeya gel pêşve biçin, niha jî nikarin. Wê demê bi ser neketin dê îro jî nikarin me biçewisînin. Em ê hemberî van polîtîka û êrîşan wek her demî li ber xwe bidin.

Di 2'ê Mijdarê de jî wiha gotibû: Me di salên 90'î de serî netewand, em ê niha jî netewînin!'

Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dabû û gotibû: "Em serî li ber êrîşên bi vî rengî netewînin. AKP li hemberî Kurdan têk çûye, lewma êrîş dike. AKP dixwaze siyaseta Kurd û partiya wan bi tevahî ji holê rake. Me di salên 90'î de serî li ber darbeya Meclîsê netewand. Em ê serî li ber vê darbeyê jî netewînin.

'DIXWAZE MÛXALEFETA KURDAN BÊDENG BIKE Û BIBE PARTIYA BI TENÊ'

Ahmet Turk anîbû ziman ku tevgera Kurd li dijî desthilatdariya AKP/Qesrê alternatîfa yekane ya gelan e û gotibû: "AKP êrîşî vîna siyasî ya gelê Kurd dike û bi vî rengî dixwaze bibe partiya bi tenê. Li gorî Ahmet Turk, êrîşa AKP'ê ya li dijî Kurdan, darbeya li dijî partî û şaredariyên wan, bi vê armancê tên kirin.

'AKP LI HEMBERÎ KURDAN TÊK ÇÛYE, LEWMA ÊRÎŞ DIKE'

Turk, girtina Hevşaredarên Amedê û tayînkirina qeyûm li şûna wan tê wateya "Ez ê vîna gelê Kurd, hevşaredar û parlamenterên gelê Kurd bêdeng bikim" û destnîşan kir, ku AKP hem li hundir hem jî li derve li pêşberî gelê Kurd têk çûye, lewma êrîş dike. AKP, ya ku jê nehat bi fermî bike, niha bi emelî dike. AKP ji bo siyasetê bi temamî ji holê rake êrîş dike û bi ser tevgera siyasî ya Kurd ve diçe. AKP wê di polîtîkayên xwe yên şer û tinekirinê de israr bike, ev yek wê rê li ber êrîşên mezintir veke. Em dê li dijî vê yekê heta dawiyê li ber xwe bidin.

'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN; EV YEK DI SALÊN 90'Î DE JÎ DÎTIN'

Di salên 90'î de dema em parlamenter bûn, bi darbeyeke mîna ya niha li dijî şaredariyan dikin, em ji Meclîsê avêtin. AKP jî niha bi dagirkeriya bi rêya qeyûm, hevşaredarên me ji wezîfeyê davêje, digire. Me wê çaxê serî netewandibû, bêguman em ê niha jî serî netewînin. Ev polîtîkayên AKP'ê beriya niha jî hatibûn ceribandin, lê bi kêr nehatibûn. Lê AKP a ku li pêşberî Kurdan têk çûye, li şûna ku li demokrasiyê vegere, hewl dide bi hêza xwe ya leşkerî encamekê bi dest bixe. Ev yek wê bandorê li Kurdan neke."